Nuçe

PKK Banga Ocalan Erê Dike û Agirbestê Radigihîne

Roja Şemiyê mediya nêzî Partiya Karkerên Kurdistan PKK ragihand ku partiya wan banga Rêberê xwe Abdullah Ocalan yê girtî li girava Îmralî erê dikin û agirbest ragihand.

Komîteya Rêveber ya Partiya Karkerên Kurdistanê ya têkildarî banga “Rêber Apo” daxuyaniyek bi sernavê “Ji gelê me yê neteweyî û raya giştî re” weşand dibêje;

“Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratî” rêya hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ronî dike û manîfestoya serdemê ye ku Rêber Apo manîfestoya civaka demokratîk pêşkêşî gelê me û mirovahiyê kiriye.

Di daxuyaniya PKKê de tê gotin ku ev pêvajoyeke nû ya aştiyê û erka bicihanînê dikeve ser milê her hemûyan û dibêje “Li gel Banga berbehs diyar e ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye. Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne.”

Daxuyanî got, “Guman tune ku destpêkirina bangek wiha pir girîng bû; Niha pêkanîna serketî ya naveroka wê jî pir girîng e, em jî wek PKK rasterast bi naveroka bangewaziya navborî re dipejirînin û diyar dikin ku em ê li gorî daxwazên bangawaziyê tevbigerin û ji aliyê xwe ve pêk bînin.”

Serkirdayetiya PKK di daxuyaniya xwe de girêdayî erê kirina banga “Rêberê Partiyê”agirbestê jî radigiîne û dide zanîn ku, “Heta ku êrîş neyên kirin hêzên me wê çalakiyên çekdarî li dar nexin.”

Ser agirbestê got “Di vê çarçoveyê de em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin, ji bo pêkanîna banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk, heta ku li dijî me êrîş neyên kirin, tenê di bin pêşengtiya pratîkî ya Rêber Apo de pêk nayên.”

Source link