PWKyê Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hevalên…
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) rêberên Kurd Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hevalên wan bi bîr anîn.
Îro salvegera 100emîn a şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hevalên wan e.
PWKyê bi daxuyaniyeke nivîskî Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hevalên wan bi bîr anîn.
Daxuyaniya PWKyê wiha ye:
“Di dîroka Kurdistanê de ji serîhildan û tevgerên neteweyî yên herî girîng yek jî tevgera neteweyî ya 1925an e ku wekî serîhildana Şêx Seîd tê naskirin.
Wekî tê zanîn, amadekariya vê serîhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadiyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ve hatibû destpêkirin.
Teşkîlata Azadiyê sala 1921ê hatiye damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû. Yek ji rêvebirê Teşkîlata Azadiyê jî Yusuf Ziya Beg bû.
“Serhildanê beriya amadekarî temam bibe dest pê kir”
Lê mixabin beriya ku amadekariya serhildanê temam bibe, Tirkiyeyê ji bo rê li ber vê serîhildanê bigire, Çiriya Pêşîn a 1924an pêşî Yusuf Ziya Beg girt, paşê jî 20ê Kanûna Pêşînê ya 1924an Xalid Begê Cibrî girt.
Dewleta Tirkiyeyê her du rêberên Kurdan şandin zîndana Bedlîsê.
Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zya Beg, bi provakasyoneke dewleta Tirkiyeyê, serîhildan berî dema ku hatibû plankirin dest pê kir.
Rêberê neteweyî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatiya vê serîhildanê kir.
Li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku dîwaneke herbê ya ku bi desthilatiyên taybetî yên dewleta Tirkiyeyê ve hatibû wazîfedarkirin, roja 14ê Nîsana 1925an, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hatin kuştin.
Heta niha jî nayê zanîn ku bê her du rêberên miletê Kurd bi gulebarankirinê yan jî bi darvekirinê hatine qetilkirin.
Her du rêberên gelê Kurdistanê, ji ber damezrandina Teşkîlata Azadiyê û amadekariyên serîhildaneke neteweyî hatin qetilkirin.
Di eynî rojê de, bi biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê rêberên miletê Kurd Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî jî hatin darvekirin.
“Gorên rêberên Kurdan nehatiye eşkerekirin”
Mixabin heta îro cîhê mezelên Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî wekî cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, Seîdê Kurdî jî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve nehatîne eşkerekirin.
Em bi vê minasebetê careke din bangî dewleta Tirkiyeyê dikin ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, Seîdê Kurdî, Xalid Begê Cibrî,Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî eşkere bikin.
“Em ji bo armanca Kurdistaneke azad têdikoşin”
Em wekî PWKyê xwe berdewamiya rêbaza Teşkîlata Azadiyê, berdewamiya têkoşîna Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Beg û Yûsûf Ziya Beg û hevalan wan dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.
Di salvegera 100emîn a şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdırrehman Şirnexî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.”