
Qirikên xwişk û birayekî hatibûn birîn: Gumanbar…
Hewlêr (Rûdaw) – Gumanbarê kuştina xwişk û bira yên ku li mala xwe destên wan bi kelemçeyên plastîkî hatibûn girêdan û qirikên wan hatibûn birîn li Enqereyê hat girtin.
Bûyer li parezgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê pêk çêbû.
Dema dayik çû malê, zarokên xwe Melîsa (16) û Umutcan (22) Şîmşek di nav xwînan de dîtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînên destpêkê, hat diyarkirin ku destên her du xuşk û birayan ji paşve bi kelepçeyên plastîk ve hatine girêdan û bi kêrê qirikên wan hatibûn jêkirin û hatibûn kuştin.
Birêvebirê Ewlehiyê yê Parêzgeha Sêwazê Burhan Akçay jî çû cihê bûyerê û ji tîman agahî wergirt.
Hat zanîn ku Melîsa Şîmşeka ku hatiye kuştin, xwendekara pola 10an bûye û birayê wê Umutcan Şîmşek jî li salona dawetan wekî garson kar dikir.
Tevgera otopsiya termeyan temam bû, tê çaverêkirin ku xwişk û bira sibe werin definkirin.
Gumanba ji kamereyên ewlehiyê hat tesbîtkirin
Piştî bûyerê tîmên ku tomarên kamereyên ewlehiyê yên avahiyê lêkolîn kir, tê de derket holê ku kesekî bi maske, berçavkên rojê û kumik ketiye avahiyê û jê derketiye.
Nasnameya gumanbar hat tespîtkirin navî wî H.S. ye û 34 salî ye.
Bi hevahengiya Ewlehiya Sêwasê û Ewlehiya Enqereyê, H.S. li Enqereyê hat desteserkirin.
Parêzgariya Sêwazê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:
“Gumanbarê kuştinê H.S. hatiye girtin û ji bo ku ji saziyên dadî re were şandin hatiye desteserkirin. Sedema bûyerê bi gelek aliyan tê lêkolînkirin.”
Bav 5 sal in winda ye
Hat zanîn ku bavê xuşk û birayan Ugur Şîmşek di meha Tîrmeha 2020î de winda bûye û malbata wî serlêdana windabûnê kiriye.
Fevzî Şîmşek apê Ugur Şîmşek, destnîşan kir ku dema bûyerê dayika zarokan li gund bûye û got:
“Kesekî bi maske, kumik û lepikên hat malê. Keçik bi tenê li malê bû, birayê wê piştre hat. Êrişker her du jî kuştin.”