Nuçe

Rapirsiya yekem a 2026an hat eşkerekirin: Kîjan…

Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa Lêkolînan a ALFyê encamên rapirsiya xwe ya yekem a meyla siyasî ya 2026an bi raya giştî re parve kirin.

Lêkolîn di navbera 12-16ê Kanûna Paşîn de bi beşdariya 2 hezar kesan û bi rêbaza rûbirû hat kirin.

Ji beşdaran pirsa, “Eger vê yekşemê hilbijartin çêbibin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin û li gorî bersivan Partiya Gel a Komarî (CHP) partiya yekem e.

Li gorî daneyên rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 34,1ê dengan di rêza yekem de cih girt û AK Partiyê jî bi ji sedî 33,5an di rêza duyem de ma.

Balkêş e ku ferqa di navbera her du partiyên sereke de tenê ji sedî 0,6 e.

DEM Partî sêyem, MHP çarem e

Di encamên lêkolînê de DEM Partî bi rêjeya ji sedî 8,4an bû partiya sêyem û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) jî bi ji sedî 8,1ê di rêza çarem de cihê xwe girt.

Di nav partiyên din de Partiya Zaferê ji sedî 3,6 û ÎYÎ Partiyê jî ji sedî 3,5ê dengan sitandin.

Ji partiyên ku nû hatine damezirandin Partiya Anahtarê (A Partî) ji sedî 1,8ê dengan distîne û Partiya Yenîden Refahê (YRP) jî bi rêjeya ji sedî 3,3yan di lîsteyê de cih girt.

Rêjeya dengên partiyan

Li gorî daneyên Şirketa Lêkolînan a ALFyê belavkirina dengên partiyan wiha ye:

CHP: Ji sedî 34,1

AK Partî: Ji sedî 33,5

DEM Partî: Ji sedî 8,4

MHP: Ji sedî 8,1

Partiya Zaferê: Ji sedî 3,6

ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,5

Partiya Yenîden Refahê (YRP): Ji sedî 3,3

A Partî: Ji sedî 1,8

TÎP: Ji sedî 0,7

Yên din: Ji sedî 3,0



Source link