Nuçe

Rapor: Koalîsyonê di kêmkirina aloziyên navbera…

Hewlêr (Rûdaw) – Lead Inspector Generalê ya Amerîkayê ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî di kêmkirina aloziyên navbera HSD û Tirkiyeyê de roleke girîng lîstiye.

Li gorî rapora Lead Inspector Generalê ya Amerîkayê, êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên Sûriyeyê yên îsal astengiyên mezin ji bo HSDyê derxistin holê,

Raporê da zanîn ku van êrişan wisa kiriye ku HSD neçar maye zêdetir bala xwe bide ser wan êrişan ku ev yek bandor li ser parastina ewlehiya wan kamp û girtîgehên ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan lê dimînin kiriye.

Rapora sê mehî ya Lead Inspector Generalê bi hevkariya Wezaretên Karên Derve, Parastinê û Ajansa Bipêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê hatiye amadekirin.

Di raporê behsa çalakiyên sê mehên destpêkê yên vê îsal ên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê (Koalîsyon) û ajansên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê dike.

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed di Kanûna Pêşîn a par de, “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ku Tirkiye piştgiriyê didiyê êrişên xwe yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde kirin.

Piraniya şer û pevçûnên di navbera HSD û wan komên çekdar de li Bendava Tişrînê bûn, ku bendava duyemîn a herê mezin a Sûriyeyê ye û di dabînkirina av û elektrîkê de roleke girîng dilîze.

“Koalîsyonê roleke girînd lîst”

Di raporê de hat ragihandin ku her çend Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê di nakokiya dijî Tirkiyeyê de piştgiriya leşkerî pêşkêşî HSDyê nake jî, hevpeymaniyê “wekî navbeynkar roleke girîng di kêmkirina aloziyan de lîst.”

Li gorî Lead Inspector Generalê ya Amerîkayê, fermandarê hêzên Amerîkayê di nav hevpeymaniyê de rêyên ji bo dan û standinên agirbestê hêsan kirine.

Rapor amaje pê dike ku ji ber êrişên Tirkiye û komên çekdar, HSD neçar ma hêza xwe ya bersivandinê ya lezgîn veguhêze bakur ku mebest jê sînorê Kobaniyê ye, di demekê de ku erkê wê hêzê bersivdana bûyerên lezgîn e di wan kamp û girtîgehan de ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan tê de ne.

Li gorî raporê, tevî ku ti serhildan û girtîgehşikestin di wê demê de neqewimin jî, cihguheztina wê hêzê “metirsiyeke ewlehiyê ye.”

Her ji ber êrişên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, şiyana HSD û Asayişa Rêveberiya Xweser ji bo perwerdekirin û rahênana hêzên pasewanên kamp û girtîgehan “sînordar bûye.”

Tevî wan zextan, rapor dibêje HSD “bi serfirazî” kariye pasewaniyê li girtîgeh û kampan bike.

Wekî ku di raporê de hatiye, nêzîkî 9 hezar çekdarên berê yên DAIŞê di girtîgehên sînorê Rêveberiya Xweser de ne.

Her wiha li parêzgeha Hisîçayî, nêzîkî 36 hezar kes li kampa Holê û 2 hezar û 400 kesên din li kampa Rojê dimînin ku piraniya wan malbatên çekdarên DAIŞê ne.

Rapor ronî dike ku ji 1ê Kanûna Paşîn heta 31ê Adarê, nêzîkî 4000 kes ji kampa Holê û 200 kes ji kampa Rojê vegeriyane welatên xwe.

Ehmed Şer hîn wekî terorîst tê binavkirin

Li gorî raporê her çend piştî hilweşandina Heyet Tehrîr el-Şamê (HTS), ku di destpêkê de rêberiya vê rêxistinê dikir, rayedarên demkî ji nû ve hatine avakirin da ku bêtir berfireh bin, lê Amerîkayê wan nas nekiriye.

Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer jî ji ber serokatiya xwe ya berê ya Cebhet el-Nusrayê, hîn jî wekî “terorîst” tê binavkirin.

Washingtonê ji nû ve piştrast kir ku naskirina her saziyeke rêveberiyê li Sûriyeyê dê devjêberdana eşkere ya terorîzmê, dûrxistina aktorên terorîst ji rêberiyê, û parastina hemî komên etnîkî û olî hewce bike.



Source link