Reuters Dibêje Rêveberiya Xweser Dest bi Hinrartina Petrolê Bo Hikûmeta Şamê Kir
Peyvdarê Wezareta Petrolê ya Sûriyê Ahmed Silêman ragihand ku herêmên xweser yên bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi şandina petrolê ji zeviyên xwe ji bo hikûmeta navendî ya Şamê kirine.
Ev yekemîn radestkirina fermî ya petrolê ye ji bakurê rojhilatê dewlemend bi petrolê bo hikûmeta Îslamî ya nû li Sûriyê, ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di Kanûna Duyem de hat ser desthilatê.
Bê ku behsa rêjeya hinartina petrolê û şert û mercên hinartinê bike, peyvdar Silêman got ku petrol ji zeviyên parêzgehên Hesekê û Dêrezorê tê şandin.
Di sala 2010an de, Sûriyê rojane 380,000 bermîlên petrolê hinarde dikirin, lê salekê piştî serhildana gelê Sûriyê û şerê navxweyî li dijî rêjîma Esed nêzîkî 14 salan aborî û jêrxana wî welatî wêran bûye, di nav de pîşesaziya petrolê.
Rewşa zeviyên petrolê çend caran hat guhertin, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di dawiyê de zeviyên sereke yên bakurê rojhilatê kontrol kirin.
Amerîka di meha Çile de biryarek derxist ku rê dide hinartina enerjiya Sûriyê ji bo şeş mehan, û Yekîtiya Ewropî jî dê toleyan li ser sektorên enerjî, veguhestin û nûavakirinê yên Sûriyê rake.
Çavkaniyên bazirganiyê ji Reutersê re gotin, Sûriye bi awayekî demkî hewl dide ku nefta xwe bi rêya navbeynkarên navxweyî derxîne, piştî ku yekem îhaleyên hinardekirinê yên piştî Esed bi ser neketin ji ber ceza û metirsiyên darayî.
Bazirganiya petrolê ya navxweyî jî beşeke girîng a danûstandinên di navbera rêveberiya xwecihî li bakur-rojhilatê Sûriyê û berpirsên nû li Şamê, ku dixwazin hemû herêmên Sûriyê bixin bin desthilata navendî de.
Çavkaniyan diyar kirin ku dibe ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya her rêkeftinekê de dest ji kontrolkirina dahatên petrolê berde.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî meha borî got ku hêza wî vekirî ye ku berpirsiyariya çavkaniyên petrolê radestî rêveberiya nû bike û dahatan bi awayekî adil li hemû parêzgehan dabeş bike.
Hefteya Borî, hikûmeta Şamê ragihand ku wan girêbestek bi Rêveberîya Xweser re ji bo hinartina gazê çêkir, şopîner bawerdikin ku ev nîşaneya pêşketina danûstindinên navbera herdû alîyan de ye li dor kerta Petrol û gazê.
Çavkanî: Reuters/VOA