Nuçe

Rêveberiya Xweser li ser kongreya PKKyê daxuyanî…

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser Kongreya 12emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyeke nivîskî da.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh (12ê Gulanê) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Rêveberiya Xweser li ser kongreyê got, “Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn, çareseriyeke bingehîn e.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku projeya Ocalan te tenê ji bo Kurdan e û wiha got:

“Ev proje ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan e lê belê nexşerêyeke ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji mîrata stemkarî û tundiya netewî û olî ye.”

Daxuyaniya ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wiha ye:

“Di vê pêvajoya çarenûsî ya ku gelên Rojhilata Navîn tê re derbas dibin û di nava aloziya krîzên kombûyî yên ji ber siyasetên înkar, redkirin û fanatîzma netewî û olî de, em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn, çareseriyeke bingehîn e û li ser esasê aştî, demokratîk û edaleta civakî ye.

Rêber Ocalan, bi rêya neteweya demokratîk, biratiya gelan, azadiya jinê û parastina jîngehê, nêrîneke berfireh ji bo dawîlêanîna nakokiyên bi dehên salan ên li Rojhilata Navîn tê meşandin, pêşkêş kir.

Ev proje ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan e lê belê nexşerêyeke ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji mîrata stemkarî û tundiya netewî û olî ye.

Ev proje hîmekî bingehîn e ji bo bidestxistina bandoreke girîng û berbiçav li ser rewşa Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî.

Ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û xurtkirina têgeha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda de gaveke rast nîşan dide.

Ezmûna li herêmên me jî îsbat kiriye ku ev proje dibe alîkar ku nimûneyeke demokratîk ku daxwazên gel nîşan dide û roleke çalak dide wan ku bi îradeya xwe ya azad kar û barên xwe bi rê ve bibin.

Di vê çarçoveyê de em tekeziyê li ser girîngiya hevgirtin û piştgiriya gelan ji bo vê pêngava dîrokî dikin û xurtkirina peywendiyên wan li ser bingehê nirxên hevbeş ên demokratîk.

Ji ber ku ev yek garantiya bingehîn a avakirina civakeke pirreng ku mêtingeriyê bi hemû şêweyên wê red dike.

Bipêşxistina têkoşîna hevbeş a demokratîk a di navbera gelan de, ji bo veguhertina rasteqîn a di pêşeroja herêmê de û avakirina sîstemeke nû li ser bingeha azadî û rûmeta mirovahiyê, kevirê bingehîn e.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

13ê Gulana 2025an.”



Source link