Rêveberiya Xweser: Me 48 kanalên avdanê nûjen…
Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Avdanê ya ya Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji bo bipêşxistina sektora çandiniyê wan kariye di 3 mehên destpêkê yên îsal de bi dehan kenalên vadanê nûjen bikin.
Di heman demê de santralên dabeşkirina avê jî nûjen dikin da ku av bi asanî û di dema xwe de bigihê nav zeviyên çandiniyê.
“48 kanal hatine nûjenkirin”
Hevserokê Ofîsa Avdanê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Elî li ser paqijkirin û nûjenkirina kanalan wiha wiha got:
“Ofîsa Avdanê çend beşan li xwe digire û 465 karmend lê kar dikin.
Yek ji wan beşan jî beşa parastinê ye ku di warê nûjenkirina kenalan û paqijkirina pompa û cokan de kar dike, di 3 mehên destpêkê yên îsal de 103 cih li nav 48 kenalan bi qasî 38 metre sêca bi beton nûjen kirin.
Di heman demê de me bi dirêjahiya 75 hezar metre cokên dabeşkirina avê jî paqijkirine.”
Tevî beşa parastinê, her wiha Ofîsa Avdanê beşên dabeşkirina avê, çavdêrî, pompayan, yasayî û tehsîldariyê jî lixwe digire, bi rêya van beşan kar û xebatên Ofîsa Avdanê xizmetê pêşkêşî cotkaran dike û çandiniya avî bi pêş dixe.
“Av ji bendavê tê kişandin û piştre li her 5 kenalan tê dabeşkirin”
Mihemed Elî li ser beş û xizmetên Ofîsa Avdanê jî wiha axivî:
“80 Metre sêca av di çirkeyekê de ji bendavê tê kişandin û piştre li her 5 kenalên serekî yên mezin û kenalên biçûk tên dabeşkirin.
Beşa çavdêriyê binpêkirinan dişopîne û kesên binpêkar ceza dike.
Hevdem 101 pompayên avê ji aliyê beşa Pompayan ve tên paqijkirin û aktîvkirin.
Heta niha jî 180 milyon lîre ji aliyê beşa Tehsîldariyê ji cotkaran hatiye wergirtin.”
Li gorî Hevserokê Ofîsa Avdanê ya Rêveberiya Xweser, îsal 400 hezar dolar ji bo hemû beşên ofîsê hatine veqetandin.
Her wiha bi saya xizmetguzariyan îsal li herêma Reqayê 93 hezar hektar zeviyên çandiniyê bi rêya kenalan av dane.