Nuçe

RIHA – Dê û bavê xwe dan ber kêran: Bav mir, dê…

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî bavê xwe kuşt û dayîka xwe bi giranî birîndar kir.

Li gorî agahiyan, Nurettîn Dundarê 43 salî yê li Almanyayê dijiya, piştî ku di navbera wî û hevjîna wî de pirsgirêk derket û bi biryara dadgehê cezaya dûrketina ji mal lê hate birîn vegeriya cem malbata xwe ya li gundê Keferanê yê navçeya Xelfetiyê.

Êvara 30ê Nîsanê (çarşem) piştî ku li hewşa mala bavê xwe gule berdan hewayê di navbera wî û malbata wî de nîqaş derket.

Nurettîn Dundar piştî gurbûna nîqaşê bavê xwe Cuma Dundar û dayîka xwe Reyhan Dundar dan ber kêran.

Cuma Dundarê 65 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Reyhan Dundar a 64 salî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Reyhan Dundara birîndar ji bo dermankirinê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê.

Tîman her wiha termê Cuma Dundar jî ji bo otopsiyê bir heman nexweşxaneyê.

Nurettîn Dundar li cihê bûyerê ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Hat zanîn rewşa Reyhan Dundarê giran e û metirsiya wê ya canî heye.



Source link