Nuçe

RIHA – Hişkesaliyê zerereke mezin da çandinî û…

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê zerereke zêde daye cotkaran.

Erdên çandiniyê yên li parêzgeha Rihayê kesk nebûn.

Cotkaran hebûn û nebûna xwe li erdan xerc kiriye û dexl û dan çandine.

Erdên ku ceh, genim û nîsk lê hatine çandin kesk nebûne û ji ber nebûna baranê hemû şewitîne.

Li parêzgehên Riha, Kilîs, Dîlok, Semsûr, Mêrdîn û Amedê hişkesaliyê zerereke zêde daye cotkaran.

Cotkarên gundê Simaqiyê daxwaza alîkariyê dikin.

Cotkar Omer Dolap got:

“Em perîşan bûne li van deran. Em dê çawa deynên xwe bidin.

Gubre, derman û mazot hemû bi deyn e. Deyn û deyn, ka em dê binêrin wê dawî çawa be.

Eger dewlet alîkariya me neke em dê çawa bikin.

Hişkesalî heye û ji meha 11an ve baran nebariyaye.

Em nizanin em dê çi bikin. Halê cotkaran ev e.”

Hişkesaliyê bandor li çol û çêr û mêrgan jî kiriye û sektora ajeldariyê jî zerereke zêde dîtiye.

Cotkarên li gundan dijîn bi du aliyan zerer kiriye û keriyên xwe li erdên ceh û genim ên ku derneketine diçêrînin.

“Qet baran nebariya”

Cotkar Îsa Demîr jî li ser hişkesaliyê qala derd û kulên xwe kirin.

Cotkarekî din jî anî ziman:

“Ji bo berheman qet baran nebariya. Tene hişk bûn û ajeldarî jî mir.

Ne ka û ne êm, em dê çi bidin ajelan. Ajel dê li kû derê biçêrin.

Her kes dê ajelên xwe bifiroşe.”

Li aliyê din, di rojên dawî de bi kêmbûna pileyên germahiyê re qeşayê li darên fistiq û behîvan daye û vê yekê jî yekcar rewşa cotkaran xirab kiriye.

Tîmên Saziya Çandinî û Daristanê ya navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê gund bi gund digerin û zerera cotkaran tesbît dikin.

Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê ragihand ku qeşayê li 34 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zerer daye berhemên çandiniyê.



Source link