Riha – Xwendekara ku ji kûçikan reviya otomobîlê…
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê, xwendekareke zanîngehê ya ji Şirnexê dema ku ji êrîşa kûçikên bêxwedî reviya, otomobîlê lê da û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, xwendekara Zanîngeha Harranê ya Rihayê, Sevda Ozkaya (27), doh êvarê li nêzîkî taxa Gulverenê rastî êrişa kûçikên bêxwedî hat.
Ozkaya, dema ku li ser riya Urfa-Mardinê hewl da bireve aliyê din , otomobîla ku K.A. diajot lê da.
Li ser agahdarkirina welatiyan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Ozkayaya ku di qezayê de bi giranî birîndar bû, li nexwexaneyê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.
Her wiha şofêrê otomobîlê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Cenazeyê Sevda Ozkaya piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî, radestî malbata wê hat kirin.