
Rojnamegerê Amedî wefat kir, li gundê xwe hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamegerê Amedî Umît Ozdal li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin rehmet kir.
Nûçegihanê Ajansa Reutersê Umît Ozdalê ku nêzikî 2 meh berê ji ber xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargilê ya Amedê dihat dermankirin.
Rojnameger Ozdal tevî hemû midaxaleyên bijîşkî nehat rizgarkirin û piştî 52 rojan doh wefat kir.
Cenazeyê Umît Ozdal îro sibehê ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û jo veşartinê birin gundê Palûkê yê Amedê yê ku lê ji dayîk bûye.
Malbata Ozdal, hevkarên wî û Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat Felat Bozarslan beşdarî merasîma cenaze bûn.
Mirina Ozdalê ku bi sekin û serkeftiya xwe dihat naskirin, hevkar, dost û hezkiriyên wî xemgîn kirin.