Nuçe

Salih Muslim li ser ‘piştgiriya Îsraîlê’ çi got?

Hewlêr (Rûdaw) – Salih Muslim got, “Em ne tenê ji Îsraîlê, ji her kesî piştgiriyê dixwazin.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim da zanîn ku heta niha di navbera wan û “rejîma nû ya Şamê de” mizakereyan dest pê nekiriye.

Muslim diyar kir ku wan peyam ji Şamê re şandine lê heta niha ti bersiv nehatiye.

Salih Muslim got ku ew hêvîdar in û wan ji bo danûstandinên pêkan şandeyek ava kiriye.

Muslim got, dibe ku Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ji bo ku rê li ber diyalogekê di navbera HTŞ û Kurdan de bigire “bi lez û bez” çûbe Şamê.

“Em dê xwe bi awayekî siyasî biparêzin”

Salih Muslim li ser pirsa “Gelo îhtimala şerekî bi Tehrîr El Şamê re heye?” got:

“Eger ev çênebe, em dê xwe bi awayekî siyasî biparêzin. Her tişt li ser maseyê ye lê em bi niyeta baş nêzîk dibin.”

Muslim ji bo HTŞ û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê peyva “cihadî” bi kar anî lê diyar kir ku HTŞ heta niha tevlî êrişên li ser wan nebûye û lê zêde kir:

“Em dizanin ku kordînasyona wan (HTŞ) û Tirkiyeyê heye.”

Ragihandina Îsraîlê rojên dawiyê nûçeyên bi rengê “Divê Îsraîl Kurdên li Sûriyeyê ji êrişên Tirkiyeyê biparêze” belav dike.

“Em ne tenê ji Îsraîlê, ji her kesî piştgiriyê dixwazin”

Salih Muslim li ser vê mijarê nirxandineke bi vî şiklî kir:

“Em ne tenê ji Îsraîlê, ji her kesî piştgiriyê dixwazin. Pêwendiya me û Îsraîlê nîne lê eger daxuyaniyeke bi vî rengî hebe helbet em dê vê teqdîr bikin.

Helwesta Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn Îsraîlê jî aciz dike.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) eşkere kir ku wan heta niha bi Donald Trump û ekîba wî re pêwendî nedaniye lê gelek endamên Kongreyê piştgiriyê didin wan.

“Em ji bo berxwedanê amade ne”

Muslim bi bîr anî ku Tirkiye ji bo êrişekê li dora Kobaniyê leşkeran kom dike û got, “Em ji bo berxwedanê amade ne.”

Salih Muslim ragihand, piştgiriya ku Amerîka dide wan kêm nebûye û Amerîka niha jî hewl dide ku agirbest çêbibe.

Senatorên navdar ên Amerîkayî Lindsey Graham û Chris Van Hollen di daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî de ragihandibû ku eger êrişeke nû pêk were, dê hewl bidin ceza li ser Tirkiyeyê bên sepandin.



Source link