Şandeya Îmralîyê bi Serokê Herêma Kurdistanê re Dicive
Şandeya Îmralîyê roja Dûşemê li Hewlerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir da ku peyameke rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan yê gîrtî, pêşkeş bike.
Çaverê ye ku Ocalan di demenk nêz de jibo pêvajoyeke aştiyê li Tirkîyê, bangekê bike.
Şandeya Îmralîyê ji parlementer Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û ji parêzerên Ocalan pêk tê.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir piştî hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re ji rojnamevanan re got ku “Me silav û hezkirina birêz Ocalan gihandin birêz Nêçîrvan Barzanî. Me peyama birêz Ocalan pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî kir. Birêz Ocalan girîngiyeke mezin dide nêrînên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî. “
Bayindir dîyar kir ku serokê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan jibo kêşeya çil salî ya di navbera Tirkîye û çekdarên Kurd de li ser çareserîyeke “demokratîk” dixebite.
“Di hevdîtinan de em li ser pêşeroja Kurdan axifîn. Me nîqaş kir ku jibo gelê Kurd çareserî û aştî çawa pêş bikeve, di pêvajoyê de rol û berpirsyarîyên aktorên Kurd divê çi bin. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, li bendê ne ku pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk û bingeheke hiqûqî were çareserkirin. Çareserîya demokratîk ya li Tirkîyê wê bandoreke erênî li bakur, başûr û her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike, ” wî got.
Hevserokê DBP’ ê Bayindir destnîşan kir ku Nêçîrvan Barzanî jibo pêvajoya aştiyê xwedî helwesteke neteweyî ye û” wê piştgirîyeke mezin bide vê pêvajoyê.”
” Em gelek keyfxweş in. Ev du roj in em li Hewlêrê ne, me du hevdîtinên girîng pêk anîn û her du hevdîtin jî gelek baş derbas bûn. Encamên van hevdîtinan ne tenê jibo siberoja gelê Kurd, wê jibo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng bin. Jibo tevahiya krîzan bi rêyên demokratîk û li ser binegha hiqûqê bên çareserkirin, wê rêveker be,” Bayindir got.
Seroktîya Herêma Kurdistanê jî piştî hevdîtînê daxuyanîyek belav kir û got serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser “pêvajoya aştiyê” ya li Tirkîye gotiye, “Pêvajoya aştiyê derfeteke girîng û dîrokî ye û divê ji dest neçe.”
“Em hêvîdar in PKK bi awayekî stratejîk li pêvajoyê binêre û divê ev derfet ji dest neçe. Me her tim hewl daye ku pêvajoya aştiyê pêk were û pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibin, jiber ku tecrubeyan nîşan dane ku şer û çek ti pirsgirêkan çareser nakin,” Barzanî got.
Şandeya parlementerên DEM Partîyê, di 28’ê Berfenbara 2024 û 22’ê Rêbendana 2025’an de, li girava Îmralî bi rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û piştre dest bi hevdîtinên bi partîyên, siyasî, rexistinên sivîl û komên cuda yên civakê kir.
Şandeya Îmralîyê di wê çarçoveyê de ji Şemîye ve li Herêma Kurdistanê hevdîtinan dike ku doh jî li Hewlêrê bi rêberê Kurd Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Şande wê sibê roja Sêşemê li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
Jêder: AFP, Ajansa Mezopotamya, Rudaw