Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê li ser banga Ocalan…
Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn peyamek li ser banga Ocalan belav kir û wekî “peyameke tijî berpirsyarî, nirx û rastî” bi nav kir.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behaedîn di vê derbarê de peyamek belav kir û got:
“Bi rêzdarî îro gelê Kurdistanê pêşwazî li peyama dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan kir, peyama aştiyê û gava yekem ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku ji zêdetirî çil salan bi şer û xwînê ve girêdayî ye, peyameke tijî berpirsyarî, nirx û rastî ye.”
Behaedîn Her wiha, pîrozbahiya “qonaxa nû” li her kesî dike û hêvî kir ku aliyên pêwendîdar “di asta berpirsyariya neteweyî, exlaqî û peymanên xwe de bin, ez daxwaz dikim ji Xwedayê dilovan ku di vê demsala hatina Remezanê de dawî li şer, koçberî û nefesa şovînî ya li ser gelê me bîne, bibe destpêka vegerîna biratî, pêkvejiyan, aştî, maf, dadwerî û aramiyê.”