Serok Barzanî bangî jinan kir: Rola xwe bilîzin,…
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî rola jinan a di civakê de “pir girîng” bi nav kir û got, “Bi karîn û şiyanên xwe paşerojê ava bikin, em jî bi hemû hêza xwe piştgirên we ne.”
Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek berpirsên PDKyê û hikûmetê, Yekem Konferansa Jinên Kurdistanê hat lidarxistin.
Serok Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş kir û li ser girîngiya rola jinan a di civakê de ragihand:
“Rola jinên Kurd, ti carî ji rola mêran kêmtir nebûye, eger carinan zêdetir nebûbe.
Di Şoreşa Îlon û Şoreşa Gulanê de, di şerê DAIŞê de, roleke wan a pir berbiçav hebûn.”
Konferans di bin dirûşma “Em bi şiyanên xwe paşerojê ava dikin” de hat lidarxistin.
Serok Barzanî li ser dirûşmê got:
“Dirûşma we xweş e, ez jî ji we re dibêjim bi karîn û şiyanên xwe paşerojê ava bikin, em jî bi hemû hêza xwe piştgirên we ne.”
Serok Barzanî di beşeke axaftina xwe de li ser girîngiya rola jinan a di perwerdekirina zarokan de anî ziman:
“Niha erkekî pir mezin li ser milê we heye ku perwerdekirina nifşê nû ye.
Mixabin nehezan hewl da ciwanên me ber bi rêya xirab ve bibin, bi nêrîna min ev ji şerê bi tank, balafiran û heta ji şerê kîmyayî û Enfalê jî metirsîdartir û mezintir bû.”
Serok Barzanî behsa têkiliya di navbera ax û gel de jî kir û da zanîn:
“Mirov eger axa wê nebe derbider e, bênirx e, kes qedrê wê nizane.
Ax jî eger miletek li ser nebe, wateya wê namîne, ji ber vê yekê mirov û ax bi hev ve girêdayî ne.”
Serok Barzanî her wiha anî ziman:
“Ji bo ku bi başî rola xwe bibînin divê hemû derî ji jinan re werin vekirin.
Ez bawer im hûn dikarin rola xwe bilîzin û careke din jî tekeziyê li vê yekê dikim ku dirûşma xwe bi cih bînin, em jî bi hemû hêza xwe li pişt we ne.”