Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hêviya başbûnê…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî ji bo rewşa tenduristiyê ya Sirrî Sureyya Onder telefonî berpirsên DEM Partiyê kir û wan hêviya başbûnê xwest.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, doh bi şev ji ber krîza dil li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê hat emeliyatkirin.
Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê damara serekî yê aortê yê Onder ji serî heta binî qetiyabû û emeliyata wî nêzîkî 12 demjimêran berdewam kir.
Her wiha bijîşkên wî da zanîn ku metirsiya jiyanê ya Onder hîn jî didome.
Ji aliyê din ve gelek peyamên piştgiriyê ji Onder re tên şandin.
DEM Partiyê derbarê peyamên piştgiriyê yên ji Onder re hatine şandin daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Ji Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî piştevanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî jî rewşa Onder ji nêzîk ve dişopînin û bi rêya telefonê peyamên piştgiriyê ji berpirsên DEM Partiyê re ragihandin.
Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî derbarê rewşa tenduristiyê ya Onder agahî wergirtin û hestên xwe yên piştgiriyê parve kirin.
Li gorî daxuyaniyê DEM Partiyê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendi bi berpirsên DEM Partiyê re danîne û wan hêviya başbûnê xwestine.
Erdogan: Her tiştê pêwîst dê were kirin
Her wiha hat ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan du caran li Pervîn Buldanê ya Endama Heyeta Îmraliyê geriyaye û jê agahî wergirtiye û gotiye “Her tiştê pêwîst dê were kirin.”
Piştgiriyeke berfireh ji partiyên siyasî
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu, Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Mahmut Arikan, Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan û gelek kesayetiyên siyasî jî bi peyamên xwe piştgirî da.
Li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, parlamenter, nûnerên partiyên hevpeyman û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî li nexweşxaneyê li benda xebara xêrê ne.