Serok Mesûd Barzanî şandeyeke Wezareta Karên…
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mecîd Text Rewançî Îranê civiyan û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê Mecîd Text Rewançî û şandeya pê re pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hat kirin.
Hat ragihandin ku li ser bingeha berjewendiyên hevbeş tekezî li ser bipêşxistin û berdewamiya wan pêwendiyan di hemû waran de hat kirin.
Rewşa siyasî ya Îraqê û guherîn û astengiyên herêmê bi giştî mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.