Nuçe

Serokê CHPyê yê Dêrsimê 1ê Gulanê bi Kurdî pîroz…

Dêrsim (Rûdaw) – Serokê CHPyê yê Dêrsimê Kemal Ozcan peyameke pîrozbahiyê bi zaraveya Kirmanckî (Zazakî) ya Kurdî belav kir û got, “Bila her kes li mala xwe bi zimanê xwe biaxive da ku em zimanê xwe ji bîr nekin.”

Serokê Bajarê Dêrsimê yê CHPyê Kemal Ozcan cara yekem bi nivîsandin û xwendina peyama partiya xwe ya 1ê Gulanê ya Cejna Karkeran ya bi Kirmanckî (Zazakî) rêyeke nû vekir.

Ozcan diyar kir ku ev biryara CHPyê dereng maye û bangî Dêrsimiyan kir ku Kirmanckiyê hînî zarokên xwe bikin û bi vî zimanî biaxivin.

Kemal Ozcan, di peyama pîrozbahiyê ya ku bi Kirmanckî nivîsandî de, Cejna Karkeran pîroz kir û anî zimên ku divê karker piştgiriya hev bikin.

Serokê Bajarê Dêrsimê yê CHPyê Kemal Ozcan li ser mijarî ji Rûdawê re axivî û wiha got:

“Heta niha bi vî awayî nehatiye kirin, divabû ku bihata kirin, ev jî kêmasiya me ye.

Ev cejna kedkaran e, divabû ku ev cejn bi Zazakî ango Kirmanckî bihata pîrozkirin.

Ji niha û pê ve em dê zedtir pê biaxivin, bînin rojeva xwe.

Bila gelê me ji niha û pê ve zimanê xwe ji bîr neke û divê li mal bi hevjîn û zarokên xwe bi vî zimanî biaxivin.

Ji ber ku eger bi vî awayî bedewam bike dê zimanê me winda bibe û bê jibîrkirin.

Ji ber vî yekê bila her kes li mala xwe bi zimanê xwe biaxive da ku em zimanê xwe ji bîr nekin.”



Source link