Serokê Herêma Kurdistanê Û Wezîrên Derve Yên Amerîka û Fransa Hevdu Dibînin
Roja Şemiyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Îraqê di hesaba xwe ya X’ê de ragihand ku ew bi Wezîrê derve yê Amerîka Marco Rubio re civiya ye.
Barzanî dibêje “Min û Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio hevkarîya bihêz ya Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê dûpat kir. Me li ser rûyên xurtkirina hevkariya dualî û xûrkirina pabendbûna xwe ya hevpar ji bo tenahî û ewlehiya herêmê gotûbêj kir. Min spasiya Wezîr Rubio kir ji bo piştgiriya wî ya demdirêj.”
Ev hevdîtin di wî çaxî de pêk hat, dema ku Wezîrê Derve yê Amerîka tevî şanda Amerîkî li bajarê Munichê ya Almanya herwiha şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê di Konferansa Ewlekarî ya Navnetewî de amade ne.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ku Îro Şemiyê piştî nîvro li Munichê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio kir.
Barzanî, ji bo merasîma vekirina avahiya nû ya konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê Wezîrê derve Rubio vexwend Hewlêrê û wî jî qebûl kir. Wezîrê Derve yê Amerîka pabendbûna welatê xwe ji bo piştevanîkirina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û berdewamiya alîkariyên leşkerî nîşan da.
Di hevdîtinê de behsa pêşxistina peywendiyên stratejîk yên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, berdewamiya hevkariyên her du welatan di hemû waran de, rewşa ewlekarî û metirsiya terorê û rûbirûbûna wê hat kirin.
Herwiha mijara metirsiya çalakbûna DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Di çarçoveya hevdîtnên li Konferansa Munichê ya Ewlekariyê de, Serokê herêma Kurdistanê gelek lîder û berpirsên rojhilata navîn, ewrupa û cîhanê dîtine.
Di hesaba X’ê de Barzanî dibêje wî roja Şemiyê 15’ê Sibatê hevdîtin ligel wezîrê derve yê Fransa encam daye.
Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Min li Munichê bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot re hevdîtin çêkir û li ser geşedanên bi lez yên herêmî gotûbêj kirin. Min sopasiyên xwe ji bo piştevaniya berdewam a Fransa bo Herêma Kurdistanê û Iraqê pêşkeş kirin.”
Konferansa Munichê ya Ewlehiyê di navbera 14 û 16ê Sibatê de li Almanyayê bi beşdariya gelek lîderên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê tê lidarxistin.