Nuçe

Siberoja Herêmên Rojava yên Bin Kontrola Tirkîyê Wê Çawa Be?

Di demekê de ku behsa danûstandinên navbera rêvebirîya Sûrî ya nû li Şamê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) tê kirin, çavê pir Kurdan li çarenivîsa hin herêmên Kurdî yên bin dagirkerîya Tirkîyê ne.

Piranîya rûniştvanên Kurd ji van her sê herêman anku Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî di encama êrîşên Tikrîyê û komên çekdar de derbider bûne.

Li gor raportên hiqûqî, rewşa mafên mirovan li van herêman xirab e ku gelek binpêkirinên wek desteserkirina sivîlan, destdanîna ser mal û milkan û guhertina demografîk diqewimin.

Lê, komên çekdar yên ku di nava Artêşa Netewî ya Sûrî de bûn û bi van binpêkirinan tên tawan barkirin, êdî tev li rêvebirîya Şamê bûne. Herwiha rêvebirîya demkî ya opozisyonê anku hemahengîyê jî nemaye.

Bi vê yekê, ev herêm çendî bin destê Tirkîyê de ne, lê ji alîyê qanûnî ve ew êdî bi rêvebirîya Şamê ve girêdayî ne û ev rêvebirî ji rewşa wan berpirs tê dîtin ku serokê demkî yê qonaxa veguhêz Ahmer El-Şeri’ serdana Efrînê kiribû.

Li van herêman çi diqewime û çi guhertin li wan çêbûye? Derbiderên Kurd ji van herêman çiqas dikarin vegerin cîhûwarên xwe û çi astengî li pêş wan hene? Cîhê van herêman di danûstandinên Şam û HSD’ê de çi ye û siberoja wan wê çawa be?

Di bernameya Mijara Rojê de gotûbêj li ser rewşa Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî bi sê mêvanan re hat kirin.

Şêrwan Yûsif, rêvebirê platform û kovara Defacto, Ciwan Îso, parêzer û endamê Komîteya Koçberên Serêkanîyê û Elî Îso, rêvebirê Sazîya Êzdîna.

Jibo guhdarkirina li bernameyê, kerema xwe fayla deng vekin.

Source link