ŞINO – 4 welatiyên Kurd hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Ewlehiyê yên Îranê li navçeya Şinoyê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd desteserkirin.
Li gorî Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan, hêzên welatiyên Kurd ên bi navên Mirad Ebdulla Omerî, Nûredîn Mela Elîzade, Tofîq Emînî û Mihemed Bêhrozî desteser kirin.
Hengawê eşkere kir ku 3 welatî li gundê Heq hatine desteser kirin û kesek jî li bajarokê Mîrawiyê hatiye desteserkirin.
Li gorî zanyariyan heta niha sedema desteserkirina welatiyan nayê zanîn.