Nuçe

Tayîp Temel: Banga Ocalan ne ji bo HSD û Rojava ye

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel ji Rûdawê re got, “Mixetabê banga Ocalan PKK ye, bang ne ji bo HSD û Rojava ye.”

 Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan îro banga danîna çekan li PKKyê kir.

Îro Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir vegeriya Stenbolê.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê  ji bo civîna sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.

Heyet piştî vegera ji Îmraliyê li Stenbolê peyama Abdullah Ocalan xwend.

Peyama Kurdî ji aliyê Ahmet Turk û peyama Tirkî jî ji aliyê Pervîn Buldanê ve hat xwendin.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe de got:

“Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.

Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku Birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.

Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.  Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.”

Tayîp Temel ji Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re axivî û diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li ser Rojavayê Kurdistanê û HSDyê peyam belav nekiriye.



Source link