Tirkiyê Abdullah Zeydan Hevşaredarê Wanê ji Kar Dûr Xist
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja Şemiyê bi biryarekê Nehemîn şaredarê ji partiya DEM a alîgira Kurdan, ku sêyemîn koma mezin ya partiyane di parlementoya Tirkiyê de, ji peywira wî dûrxist bi îdîaya ku têkilî bi “rêxistineke terorîst re heye.”
Li gor biryara wezaretê Hevşaredarê bajarê Wanê Abdullah Zeydan ku yek ji bajarên herî mezin yên di dest kurdan de ye ji peywira wî dûrxsit qayum li şûna Zeydan wezîfedar kir.
Danîna Qayum ser şaredariya bajarê Wanê ku piraniya şêniyên bajêr kurdin di demekê de ye ku danûstandinên di navbera hikûmetê û serokê dîrokî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku ji sala 1984’an ve bi dewletê re di nava şerê çekdarî de ye, pêk hat.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, ji ber sûcê alîkariya rêxistina terorê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatbû birîn, ji wezîfeyê hat girtin.
Malpera opozisyonê Bîr Gun ser dûrxistina Zeydan ji Hevşaredariya Wanê got, “Ev derbeya li dijî vîna gele”, biryar şermezar kir û got Zeydan îmzekirina belgeya ji kar dûrxistinê red kiriye.
Hevşaredar li ser hesabê xwe yê X’ê wiha got: “Dizên bêşerm îradeya gel talan kirine, derbekar dê winda bikin û gel dê biserkeve.”
Ji ber biryara 11’ê Sibatê ya ku wî îtîraz kir, bi hezaran alîgirên Zeydan li ber avahiya şaredariya Wanê ya ku danê sibehê ji aliyê polîsan ve hatin derxistin, car dî li hev civiyan.
Li gorî ajansa nûçeyan a herêmî ANKA’yê heta niha 127 kes hatin binçavkirin.
Partiya DEM’ê di daxuyaniyekê de got, “Darbeya li şaredariya me ya Wanê û derbe li vîna gel hatiye xistin” û biryar şermezar kir û diyar kir ku Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 55’ê dengan hatiye hilbijartin.
DEM partî di hesaba xwe ya X’ê de gelek peyam dan û dîmenên protestoyan û şîdeta polîs ya li hember xwepêşanderan nîşa dide.
Di peyamekê de DEM Partî dibêje ” Gelê Wanê wê li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne!”
Hin rêberên partiya DEMê biryar şermezar kir û gotin ku hikûmet bi van biryaran sinyalên tevliheviyê dişîne.
Yek ji hevserokên DEM’ê Tûncer Bakirhan jî bang li hikûmetê kir û got, “Li aliyekî diyalog dewam dike, li aliyê din îradeya gel tê desteserkirin.”
Ji hilbijartinên herêmî yên Adara 2024’an û vir ve 11 şaredar, 9 ji DEM’ê û 2 jî ji partiya sereke ya muxalefetê CHP’ê ji kar hatine dûrxistin.
Ji sala 2016’an ve, bi dehan şaredarên navçeyên Kurdan ji peywirê hatin dûrxistin û li şûna wan rêveberên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatine tayînkirin, hatin bicihkirin.
Îro Şemiyê 26emîn salvegera girtina damezrînerê PKKê Abdullah Ocalan e ku li giraveke li peravên Stenbolê girtî ye.
Jêder: AFP/Reuters