Nuçe

Tirkîye Dibêje Divê PKK û Hemî Komên Hevbendên Wê Demûdest Çekan Berdin

Jederekî wezareta berevanîyê ya Tirkîyê îro Pêncşemê dîyar kir ku PKK û hemî komên hevbendên wê divê demûdest çekên xwe deynin.”

“Divê PKK û hemî komên girêdayî wê dawî li hemû çalakîyên terorîstî bînin, xwe hilweşînin, demûdest û bê şert çekên xwe deynin, ” wî got.

Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kiribû û ji rêxistina xwe xwestibû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.

Ocalan, ku 75 salî ye, ji 1999ê ve li Girava Îmrali ya Tirkîyê li girtîgehê ye.

PKK, ku bi dehan sal in dijî dewleta Tirk serîrakirinek çekdarî didomîne, di 1’ê Adarê de agirbest dîyar kir û got ku ewê daxwaza Ocalan bi cîh bîne.

Heman jêderê Tirk îro got ku di peyama Ocalan de banga agirbestê nehatîye kirin û armanca ragihandina agirbestê ya PKK’ê çêkirina tevlîhevî ye.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, hevbendê wê yê neteweperwer Devlet Bahçelî jî piştgirî da banga Ocalan, lê Erdogan hevdem hişyarî da ku ger sozên dayî bi cîh neyên, artêşa Tirkîyê wê operasyonên xwe yên dijî PKK’ê bidomîne.

“Em her tim kulma xwe ya hesin amade dihêlin ku ger destê em dirêj dikin li esmên daliqandî bimîne yan were gez kirin” wî roja Şemîyê got.

Armanca daxuyanîya karbidestê Tirk ya îro wek Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) tê dîtin ku piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê kontrol dike.

HSD hevpeymanîyek e ku şervanên Kurd yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dikin û ew di şerê dijî Dewleta Îslamî li Sûrîyê hevbenda serekî ya Amerîka ye.

Lê, Tirkîyê HSD û YPG’ê wek komên giredayî PKK’ ê dibîne û dibêje ku bi banga Ocalan divê ew jî çekên xwe deynin û xwe hilweşînîn, lê HSD û YPG giredêna bi PKK rê bi tundî red dikin.

Berdevikê AKP ya partîya Erdogan, Omer Çelîk gotibû ku divê hemî çekdarên Kurd li Îraq û Sûrîyê, HSD û YPG’ê jî di nav de, çekên xwe deynin.

Ji alîyê din ve, Tirkîye tevî banga Ocalan û ragihandinda agirbest ji alîyê PKK’ê ve, li Îraq û Sûrîyê operasyonên dijî komê didomîne.

Jederekî wezareta berevanîyê ya Tirkîyê roja Pêncşemê got ku ji 1’ê 2025’an vir ve di operasyonên leşkerî yên dijî PKK’ê de 478 “terorîst”- 195 li Îraqê û 283 li Sûrîyê- hatine “bêbandor” kirin, peyva ku jibo kuştinê bi kar tine.

Jêder: AFP

Source link