Nuçe

Tirkîye Îdiayên Tevlêbûna HSD’ê ya Artêşa Sûrîyê Çawa Dibîne?

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di rojên borî de ragihand ku ew amade ye danûstandinên jibo tevlêbûna artêşa nû ya Sûrîyê bike.

Daxuyanîya HSD’ê li Tirkîyê jî bû cîhê nîqaşan û tê meraqkirin ka ev tevlêbûn wê di çarçoveyeke çawa de pêk were?

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) van daxuyanîyên HSD’ê di cî de dibîne, lê di vî warî de di nav hin fikaran de ye.

Cîgira Gruba Meclîsê ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît dibêje ku rêberê PKK Abdullah Ocalan wê ji vê biryarê kêfxweş be.

“Têkilîyên ku di navbera karîgerîya nû ya Sûrîyê û HSD’ê de pêk tên girîng in. Bi vê nevê ewê şikil bide dahatûya Sûrîyê û emê jî ji Sûrîyeyeke demokratîk memnûn bibin. Ev pêvajo ez bawerim wê ji hêla birêz Ocalan ve jî bi awayekî memnûnkirî were pêşwazî kirin. Lê li vê derê hê gelek tiştên nedîyar hene, em hêvî dikin ku ew jî werin dîyar kirin.”

Koçyîgît, li ser helwesta Tirkîyê jî rawestîya û ragihand ku hêvîya wan ew e ku Tirkîyê jî di vî warî de bi gavên erênî nîzîk bibe û li vê herêmê polîtîkayên mafên Kurdan biparêze û têxe pêşîya xwe.

Biryara HSD’ê piştî civîneke ligel Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û Rêvebirîya Xweser hatibû dayîn. Ku di serdana Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şeri’ ya Tirkîyê de jî, Şeri’ ragihandibû ku HSD’ê dixwaze beşdarî Atêşa Sûrîyê ya nû bibe.

Piştî ev daxuyanîya HSD’ê, di vî warî de heta niha ji alîyê karbidestên Tirkîyê ve nirxandineke nebûye, lê ji alîyê gelek rayedarên Tîrkîyê ve, di serî de jî wezîrê derve Hakan Fîdan, bang jibo çekberdana HSD’ê hatibûn kirin.

Pisporê têkilîya navnetewî Alî Fuat Gokçe ji dîyar dike ku Tirkîyê vê biryara HSD’ê erênî dibîne.

“Heke HSD hêzên xwe belav bike û entegreyî artêşa Sûrîyê bibe, Tirkîyê vê yekê wê pozîtîf bibîne. Lê pêdivîye ku leşkerên bîyanî ku di nav HSD’ê de ne herêmê terk bikin û hêzên HSD’ê jî belavî tevahî Sûrîyê bibin. Xeynî vê wê Tirkîyê şiklekî din nepejirîne.”

Gokçe, van hemû geşedanan di nav hewildanên Îmrali de dibîne, jiber wê jî radigîhîne ku daxuyanîya ku li Îmrali were, wê şikil bide tevahîya geşedanên Sûrîyê, lê bersiva Qendîlê çi be, ew jî nîzane.

Pispora Rojhilata Navîn Arzu Yilmaz jî dibêje ku HSD’ê heta niha dîyar nekirîye ku ewê çek bi çi awayî berde û tevlê artêşa Sûrîyê bibe.

“Di nav gotinên HSD’ê xwe tasfîyekirin dîyar nabe. Heke em bi baldarî temaşe bikin, tê gotin ku ewê hêzên xwe bikin yek. Li gor ku min fêmkir, HSD dixwaze hêzên xwe biparêze û bibe beşek ji Sûrîyaya nû. Dibe ku di rêvebirîya Rojava de hin tawîzan bide, dest ji hin kontrola xwe ya vê derê berde ku bi Şamê re têkeve dîyalogê. Lê di vî warî de jî hîn zelalî nîne.”

Hêjayî gotinê ye ku di vî warî de opozîsyona Tirkîyê di nav bêdengîyê de ye û heta niha jî nirxandinek nekirîye. Lê çavên desthilatîya Tirkîyê yekser li ser vê yekê ye, û meraq dike ku HSD wê di çi çarçoveyê de dest ji çek berde û beşdarî Artêşa Sûrîyaya nû bibe. Ya din jî ew e ku wê Ocalan di vî warî de çi bibêje. Wek têbinîyeke dawî jî, Berdevka DEM Partî Aşegul Dogan îro ragihand ku wan jibo serdana Ocalan ya sêyan serî li Wezareta Dawê dane.

Jibo guhdarkirina li raportê fayla deng vekin

Source link