Nuçe

Tirkye û Çekdarên Girêdayî Wê Êrişî Derdora Kobanî û Bendava Tişrîn Dikin

Roja Şemiyê Çavdêriya Sûrî ya Bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê operasyonên xwe yên leşkerî, di nav topbaraneka giran û bombebarana firokeyan de, li ser gundewarên Helebê zêde kirin, û çend navçe li gundewarê rojavayê Kobanî û derdora bendava Tişrîn kirin armanc.

Artêşa Tirk bi dehan top avêtin gundên El-Tyneh, Ce’ake, Beir Hesen, Xasaq, Deykan, Malhah, El-San’a, pira Qereqozaq û derdora bendava Tişrîn, lê ziyanên canî çênebûn.
Her wiha şer û pevçûnên dijwar di navbera alîgirên Tirkiyê û HSDê de li eniya Tel Siryatelê derketin, ku li gundê El-Saadiye li ser bendava Tişrînê mînek kevin teqiya û di encamê de 3 endamên komên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn, di nava birîndaran de 2 endamên HSD’ê hebûn.

Di vê navberê de endamekî komên alîgirên Tirkiyeyê jî di pevçûnan de hate girtin.

Li gorî statîstîkên SOHR’ê, hejmara şervan û sivîlên ku di 12’ê Kanûna 2024’an de ji destpêkirina şer û pevçûnên li bajar û gundewarên Minbicê û vir ve di encama bomberdûman, êrîşên hewayî û pevçûnên di navbera HSD’ê û komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 630 kesan.

Qurbaniyên wan şer û pevçûnan SOHR weha rêz dike; 56 sivîl, ji wan 7 jin, 4 zarok û rojnamevanek.

470 milîsên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, di nav wan de çawişekî artêşa Tirkiyê jî heye.

Di encama wan şeran herwiha 101 endamên HSD û hêzên leşkerî yên girêdayî wê canê xwe jidest daye.

Şer û pevçûn li herêmê di demkê de pêk tên ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan banga aştiyê û çekberdanê kirîye, herwiha PKK’ê roja Şemiyê ew banga Ocalan erê kir û agirbesta yekalî ragihand.

Jêder: SOHR

Source link