Nuçe

Washington bi Peyamekê Piştgirî Da Hevdîtina Barzanî û Ebdî

Wezareta Derve ya Amerîka piştgirî da civîna dawî ya navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanîya ser hesabê fermî yê Buroya Karûbarên Rojhilata Navîn ya ser platforma X de bal kişand ser girîngîya dîyalogê.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku gotûbêjên navbera Ebdî û Barzanî dikarin roleke serekî di pêşxistina veguhertina sîyasî ya berfireh li Sûrîyê de bilîzin.

Hevdîtina navbera Ebdî û Barzanî di 16ê Rêbendanê de li Hewlêrê pêk hatibû û her du rêber ser rewşa Sûrîyê û pêşhatên dawî yên sîyasî , ewlekarî yên deverê û girîngîya yekdengîya daxwazên Kurdan peyîvîbûn.

Hevdîtin, ku di nava Kurdan de sabûneke mezin çêkiribû û gel li kolanan pîrozbahî kiribû

Source link