WÊNE – Li Çomanê Festîvala Kaşûnê tê lidarxistin
Li Seyrangeha Pirjêyê gundê Wêzê yê navçeya Çomana Hewlêrê, îro roja yekem a Festîvala Kaşûnê dest pê kir ku dê 2 rojan berdewam bike.
Festîvala Kaşûnê bi beşdariya werzişvanên navxwe û biyanî û her wiha bi amadebûna xelkê herêmê dest pê kir.
Birêvebir û organîzatorên festîvalê amaje pê dikin ku armanca lidarxistina festîvalê teşwîqkirina werziş û wan çalakiyan e ku xelk li deverên bi berf dike.
Festîvala Kaşûnê her wiha ji bo geştyaran derfetek e da ku ji nêzîk ve çand û xwezaya herêmê nas bikin û çêjê ji dîmenan wergirin.
Li gel çalakiyên werzişî, gelek bernameyên çandî û hunerî jî hatin kirin ku nîşanderê resenatiya herêmê ne.
Festîvalên bi vî rengî wekî ji bo vejîna sektora geşt û guzariyê û zêdetir nasandina herêmê tên binavkirin.