Wezareta Karên Navxwe: Hemû êrişên dronî yên şeva…
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva borî di demên cuda de bi dronan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû êriş hatine têkbirin û dron hatine bêbandorkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:
“Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgiriya aştî û aramiyê bûye.
Di vê pêvajoyê de em nebûne beşek ji şer û aloziyê û em dê nebin jî.
Tevî ku li herêmê agirbest hatiye ragihandin jî, şeva pêncşemê di demên cuda de bi dronan êrişî gelek cihên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”
Wezaretê li ser cihê êrişan ti hûrgilî belav nekirin lê anî ziman, “Hemû êrişên şeva borî hatin bipaşvedan û dron hatin xistin.”
Banga rawestandina êrişan
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn:
“Di demekê de ku Herêma Kurdistanê û welatî li benda asayîbûna rewşê ne, mixabin terorîst û komên niyetxerab derxistina aloziyan didomînin.”
Wezaretê ragihand ku ev kom nikarin rê li ber aramî û bipêşketina Herêma Kurdistanê bigirin.
Wezaretê her wiha da zanîn, “Em careke din tekez dikin ku em li dû aştî û aramiyê ne.
Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku van êrişan rawestînin.”
Her wiha hat xwestin ku ew alî dest ji armancgirtina ewlehiya Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurd berdin.
Amara êrişan
Li gorî şopandinên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi 707 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de ji bilî zererên madî, 17 kesan canê xwe ji dest da û 92 kes jî birîndar bûn.
