Nuçe

Wezaretê li ser şerê li Zaxoyê daxuyaniyeke nû da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li Zaxoyê di şerê Parêzvanên Sînoran ên Îraqê û PKKyê de 2 PKKyî hatine kuştin.

Li nahiyeya Batîfayê ya navçeya Zaxoyê ya Dihokê li gundê Batîfayê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Parêzvanên Sînoran ên Îraqê de şer derket.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li ser şer daxuyanî da û ragihand ku 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Çavkaniyên herêmê ji nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd re gotin ku sibehê saet 09:00an gerîlayên PKKyê êrişî baregeha Parêzvanên Sînoran ên Îraqê ya li navbera gundê Sorya û Şîlanê kiriye.

Daxuyaniya nû ya ji Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê danê êvarê daxuyaniyeke nû belav kir û ragihand ku di şerê li Batîfayê de 2 PKKyî hatine kuştin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Piştî nûçeya şerê li nahiyeya Batîfayê ya navçeya Zaxoyê ya di navbera Parêzvanên Sînoran ên Îraqê û endamên rêxistina terorê ya PKKyê de me hêzên zêde şandin herêmê.

Di encama dorpêçkirin, lêgerîn û şopandina sûcdaran de 2 endamên PKKyê yên ku êrişî devriyeyên me kiribûn hatin kuştin.”

Çi bûbû?

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd da zanîn ku di navbera gerîlayên PKKyê û parêzvanên sînoran de şer derketiye.

Li gorî agahiyên ku Xerîb Mecîd dane, şer derdora saet 09:00an dest pê kiriye, 2 parêzvan hatine kuştin û parêzvanek jî birîndar e.

Li aliyê din, medyaya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, artêşa Tirkiyeyê ya ku li navçeya Batîfayê ya Dihokê êrişî gerîlayan dikir, xaleke Parêzvanên Sînoran ên Îraqê ya li gundê Şîlanê bombebaran kiriye.

Medyaya nêzîkî PKKyê da zanîn ku îro li wî sînorî di navbera gerîlayan û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn hebûne.

Parêzvanên Sînoran di bin banê Wezareta Parastinê ya Îraqê de sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê diparêzin.

Hemû parêzvanên ku li ser sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê ne Kurd in.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du parêzvanên ku canê xwe ji dest daye Kurd in û navê yekî Mêhvan Nacî ye û navê yê din jî Elî Remezan e.

Parêzvanekî sînoran ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer qewimiye lê heta niha ti carî di navbera parêzvanên sînoran û PKKyê de pevçûn çênebûne û ew sedema vê êrişê nizanin.

Li hêla din, navê parêzvanê birîndar jî Bêwar Celîl Îbrahîm e û ew li Zaxoyê tê dermankirin.



Source link