
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê dê were Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê îşev were serdana Hewlêra paytext.
Jean-Noel Barrot dê bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bicive û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî konferanseke çapemeniyê li dar bixe.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro serê sibehê li Bexdayê bi rayedarên Îraqî re civiya û li gel Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên konferanseke çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de, Barrot tekezî li ser wê yekê kir ku Îraq nabe were kişandin nav şer û pevçûnên Rojhilata Navîn.
Barrot da zanîn ku herêm bi dehan sal in ku bi bêîstiqrariyê re têdikoşe û got:
“Em hewlên parastina îstiqrara Îraqê pîroz dikin.
Em bawer dikin ku Îraqeke xurt û serbixwe, ji bo hemû herêmê ku îstiqrara wê ji ber şer û pevçûnên ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir di bin gef û metirsiyê de ye, dê bibe çavkaniya îstiqrarê.”
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di konferansa çapemeniyê de anî ziman:
“Ji bo ku herêm ji metirsiya şer dûr were girtin, divê dan û standinên serkeftî bên meşandin.
Ji bilî diyalog û dan û standinan ti bijardeyên din nînin.”
Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand, serdana Barrot di çarçoveya amadekariyên “Konferansa Navneteweyî ji bo Bicihanîna Çareseriya Du Dewletî” de ye ku Fransa plan dike meha Hezîranê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî li dar bixe.