Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Mezlûm Ebdî…
Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re axivî.
AFPyê diyar kir ku Jean Noel Barrot ku ji bo hinek hevdîtinan li Sûriyeyê ye, bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bi têlefonê axivî.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê îro li paytexta Sûriyeyê Şamê hinek hevdîtin pêk anîn.
Jean Noel Barrot li Şamê got, “Divê çareseriya siyasî ji hevpeymanên Fransayê re were dîtin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in.”
Li gorî AFPyê Barrot doh (Roja Pêncşemê) bi Mezlûm Ebdî re bi têlefonê “qonaxa derbasbûnê ya li Sûriyeyê” gotûbêj kiriye.
Barrot û Ebdî bi taybetî li ser paşeroja Kurdan û avakirina nû ya Sûriyeyê hevdîtineke berfireh pêk anîn.
Hat diyarkirin ku ev hevdîtin li ser beşeke girîng a ziyareta Barrot a Sûriyeyê ye.
Barrot, piştî hevdîtinê di daxuyaniya xwe ya li Şamê de got:
“Divê bi Kurdên ku hevalbendên Fransayê ne çareseriyeke siyasî pêk were, da ku Kurd ji îro ve bikaribin bi temamî tevlî vê pêvajoya siyasî bibin.”
“Kurd hevpeymanên me ne”
Li ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanl Jean-Noel Barrot got, “Divê çareseriya siyasî ji hevpeymanên Fransayê re were dîtin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê Kurd in.
Me li gel Kurdan mil bi mil li dijî terorîzma îslamî şer kir.”
Li ser şer û pevçûnên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Barrot wiha anî ziman:
“Em tekezî li serweriya Sûriyeyê dikin. Divê li Sûriyeyê şer û pevçûn nemînin
Divê agirbesteke mayinde li bakurê Sûriyeyê bê meşandin.”
Derbare grûpên çekdar de jî Barrot got, “Divê li bakurê Sûriyeyê çek bêne danîn û cihê terorîstên Îslamî li Sûriyeyê nebe.
Em napejirînin terora Îslamî careke din li Sûriyeyê serî hildeû û nijaperestî li Sûriyê hebe.”
Ev daxuyaniyên Barrot di demekê de tên ku li Sûriyeyê di pêvajoya guherînê de Kurd mafê xwe yê gotinê yê zêdetir dixwazin.
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer hefteya borî di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyona El Erebiyeyê re diyar kiribû ku divê hêzên bi serkirdayetiya Kurdan tevlî artêşa neteweyî bibin.
Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockîro li Şamê bûn.
Rayedarên Sûriyeyê ragihand ku Barrot û Baerbock bi Ehmed Şer re hevdîtinên “erênî” pêk anîne.