Nuçe

Xebatên Şandeya Îmrali Dawî Bûn, Lê Encam Hîn Ne Dîyar In

Şanda Îmrali li Tirkîyê û Herêma Kurdistanên xebatên xwe bi dawî kirin. Ji vîr û pê de ewê pêzanîn û daneyên ku bi dest xistine bi rêberê Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re parve bikin.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di 19’ê Şibatê de ragihand ku Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo çûyîna Girava Îmrali heta niha du car serî li wan dane, heke serlêdeneke nû were kirin ewê binirxînin û destûr bidin.

Di hêleke de ev xebatên aşitîyê bimeşin jî lê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê pêk anî de, di rojên borî de li 10 bajaran operasyon hatin lidarxistin. Di van operasyonan de 52 endamên Konreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatine binçav kirin û di nav meha Şibatê de jî bêtirî 250 kes hatin binçav kirin û gelek ji wan jî hatin girtin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partî Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re ragihand ku di hêleke de xebatên aşitîyê yên Şanda Îmrali berdewam bike jî lê êrîşên dewletê li ser Kurdan didomin.

“Em girîngîyeke mezin didin van xebatên aşitîyê, ku xebatên Şandeya Îmrali jî êdî hate radeyeke. Lê mixabîn di vê navberê de zext û êrîşên dewletê li ser kes û sazîyên Kurdan jî ti gav kêm nebûn. Ev herdu naguncin hev, lê dewlet di helwesta xwe de israr dike. Lê em dizanin ku bi polîtîkayên tund û dijî demokrasîyê heta niha ti çareserîyek pêk nehatîye.”

Di dema xebatên Şanda Îmrali dihatin meşandin, pirsgirêka danîna qayuman pêk hat. Li gor pisporên sîyasî û hiqûqnasan jî danîna qayuman li ser pêvajoyê rewşeke xirab pêk anîye.

Hiqûqnas Mesut Ozer, radigîhîne ku di hêleke jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd xebat tên meşandin lê di hêleke din de jî gelek tiştên bê hiqûqî li ser Kurdan têne meşandin.

“Dewletê civaka Kurd di nav tundî û çareserîyê de dihêle. Hêleke de xebaten çareserîyê di hêla din de jî danîna qayuman. Ev qayum bi xwe tiştekî zagonî ninin, bi tevahî sîyasî ne. Kesên ku li ser wan qayum hat danîn jî hin ji wan her çiqas ceza bigrin jî lê doza wan li Îstinaf û Dadgeha Bilind hê dawî nebûye. Jiber vî jî em nikarin bêjin ku qanûn bi tevahî tê cîh kirin.”

Kordînatora Lêkolîna DÎ-EN Tacîre Bektaş jî ji dibêje ku DEM Partî jiber xebatên aştîyê li hemberî êrîşan zêde bertekan dernaxe pêş.

“Barekî giran li ser DEM Partî xwe dîyar dike. Di hêleke de dixwaze pêvajo xirab nebe lê di hêla din de jî li hemberî êrîşan zêde nikare bertekên xwe pêk bîne. Ev jî bi vê nevê ji alîyên girseya Kurd ve li ser DEM Partî dibin rexne. Dema em li qadan lêkolin dikin, ev pejirandina polîtîkayên hikûmetê li ser DEM Partî wek rexne derdikevin holê.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku DEM Partî wê di rojên pêş de serî li Wezareta Dadê bide ku Şanda Îmrali here Girava Îmrali ku hevdîtinê bi Ocalan re bike. Heke tiştekî der asayî nebe tê ragihandin ku rêberê PKK Abdullah Ocalan wê berî Newrozê daxuyanî bide.

Source link