Nuçe

Xelkê li Bendava Tişrînê xwenîşandan kir: ‘13-14…

Hewlêr (Rûdaw) – Li dijî bombebaranên Tirkiyeyê xelkê Rojavayê Kurdistanê li Bendava Tişrînê xwenîşandanek kir.

Bi sedan sivîlên Kurd û Ereb bombebaranên Tirkiyeyê yên li ser Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Feratê protesto kir.

Xwepêşander li dijî êrişên Artêşa Niştîmanî ya nêzîkî Tirkiyeyê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.

Xwepêşander Berfîn Demîrê got:

“Xelkê îro ku vê xwenîşandanê dike, ji hemû pêkhateyan û ji hemû herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê hatine, ji Hisîça, Qamişlo, Reqa û Kobaniyê hatine.

Kurd û Ereb dixwazin Tirkiye êrişên xwe yên li Bendava Tişrînê rawestîne.

Ji ber ku pêwîstiya me bi Bendava Tişrînê heye. Em di rê de rastî 13-14 êrişên asmanî hatin.”

Li Bendava Tişrînê daxuyaniya protestokirinê ji aliyê Hevserokê Encûmena Bicihkar a Kobaniyê ve hat xwendin.

Berpirsê Rêveberiya Xweser hawara xelkê navçeyê gihand Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê.

“Sûriye bûye meydana her aliyekî dixwaze fitneyê derxe”

Hevserokê Encûmena Bicihkar a Kobaniyê Ferhan Hac Îsa anî ziman:

“Em ji hikûmeta li Şamê dixwazin ku bi erkê xwe rabe, ne wekî komeke di krîza Sûriyeyê de lê belê wekî îdareyeke nû piştî rûxîna rejîma Beasê, bi erkên xwe yên yasayî û exlaqî rabe ji bo rawestandina dijminkarî, binpêkarî û dagirkariyan.

Sûriye bûye meydana her aliyekî dixwaze fitneyê û tevlîheviyê li vê cografyayê çêbike.”

Bendava Tişrînê li ser Çemê Feratê 80 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Çavkaniya sereke ya hilberîna elektrîkê û ava vexwarin û çandiniyê ye.

Ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer ên Tirkiyeyê berdewam êrişî Bendava Tişrînê dike da ku bendavê ji destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxe.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 8ê mehê ragihand ku hejmarek sivîl di rêya çûyîna ber bi Bendava Tişrînê de ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin.

Di bombebaranê gelek sivîlan canê xwe ji dest da û birîndar bûn.



Source link