Yekîtiya Zanayan: Heta ku bigihe 200 misqalî…
Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistanê ragihand ku zekat li zêrê jinan ê ji bo xemilandinê nakeve heta ku negihe 200 misqalî (misqalek 4,25 gram e).
Berdevkê Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistanê Dr. Ebdulah Şêrkawayî li ser zekata zêr daxuyaniyek da.
Şêrkawayî diyar kir ku eger zêrê jinan ne ji bo bazirganiyê be zekat jê nayê dayîn heta ku negihe 200 misqalî.
Encumena Bilind a Fetwayê doh rêjeya zekatê diyar kiribû û gotibû:
“Kesê ku 3 milyon dînarên wî hebin û salek di ser re derbas bûbe divê zekatê bide.”
Piştî vê daxuyaniyê di nav welatiyan de pirsa “Gelo zêrê jinan ê ji bo xemilandinê dikeve ber zekatê?” derketibû holê.
“Pîvana zekata zêr û pereyan ji hev cuda ye”
Dr. Ebdulah Şêrkawayî ji Rûdawê re axivî û pirsên welatiyan bersivandin.
Şêrkawayî li ser mijarê got:
“Eger zêr xişir (xemil) be, yanî jinê ew zêr ji bo bikaranînê kirîbe ne ji bo kar û firotinê, zekat lê nakeve.
Dema ku bigihe 200 misqalî hîn nû zekat lê dikeve.
Lê eger ji bo kar û bazirganiyê hatibe kirîn, ji 20 misqalî û pê ve zekat lê dikeve û ji bo 20 misqalan nîv misqal e.”
“Zekata zêr cuda ye”
Hinek welatî dipirsin, “Eger zekat lê zêrê xemilandinê bikeve, 3 misqal dike zêdetirî 3 milyon dînaran, naxwe çima ferq heye?”
Berdevkê Yekîtiya Zanayan wiha bersiv da:
“Zekata zêr cuda ye û pîvana wê taybet e û bi pereyan nayê berawirdkirin.
Mirov nikare bibêje 3 misqal zêr ji 3 milyonan zêdetir dike, ev pîvan û berawirdkirin ne rast e.
Çimkî nîsaba (mêjera herî kêm) pereyan cuda ye û ya zêr jî cuda ye, di zekatê de nabe ku ev werin tevlîhevkirin.”
Dr. Ebdulah Şêrkawayî destnîşan kir, eger 19 misqal zêrê jinekê hebe û negihîştibe 20 misqalan, ti zekat li ser nîne.
Encumena Bilind a Fetwayê ya Yekîtiya Zanayên Ayînî ya Kurdistanê doh rêjeya zekata pere, serfitre, fidyeyê û zêr û zîv eşkere kiribû.
Li gorî fetwayê, “Nîsaba zekata pereyan 3 milyon dînarên Îraqî ye.
Her Misilmanê ku ew qas pereyê wî hebe û salek di ser re derbas bûbe, ferz e ku ji sedî 2,5ê pereyê xwe zekat bide.
Wate ji bo milyonek dînar, 25 hezar dînar û ji bo defterek dolar (10 hezar dolar) jî 250 dolar zekat e.”
TÊBÎNÎ: Misqalek di navbera 4,25 gram û 4,80 gramî de ye lê bi awayê berbelav 4,25 gram tê qebûlkirin.
