Nuçe

YNK Piştgirîya Banga Ocalan Wek Erkeke Netewî Dibîne

Serokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî îro Pencşemê piştgirîya banga Abdullah Ocalan ya danîna çekan û hilweşandina PKK’ê kir.

“Em pêşwazî li peyama Abdullah Ocalan dikin û bi bawer in ku ev peyameke berpirsane û pêdivîya vê qonaxê ye. êv mesaj jibo yekxistina rêzên Kurdîtîyê û çareserkirina aştîyane ya pirsgirêkan li ser bingeh û jîyaneke hevpar, jibo avakirina siberojjeke geştir û aramtir ya jibo gelê me girîng e, “ wî li ser platforma X got.

Talabanî dîyar kir ku partîya wî YNK piştgirîya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek erkeke netewî dibîne.

“Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê vê peyamê bi destpêk û qonaxeke giring û wek erkeke netewî dibîne, piştevana vê peyamê û serxistina her gav û projeyekê ye ku jîyana hevpar û biratîyê di navbera Kurd û Tirkan de pêş ve bibe.”

Serokê YNK herwiha jibo pêkhatina aştiyek avêtina gavên pratîkî hevîyên xwe anî ziman.

“Em hêvîdar in ku em hemû bi hev re vê bangê qebûl bikin û gavên pratîkî jibo gihiştina aştîya giştî û vê firsenda dîrokî hinda nekin ku Serok Mam Celal kevirê wê yê bingehîn ji sala 1993’an ve daniye. Me tim gotiye ku em piştevanên xwişk û birayên xwe yên her çar parçeyên Kurdistanê ne,” Talebanî bi berdewamî got.

Source link