Sinema

Bîraxane – Birahane – The Hole in the Wall



Bîraxane fîlmek e.
Cîhana çîrokê ya vê fîlmê ji pêşgotina pirtûka “Bîraxanê hatîye vergirtin:
”Dema ez zarokekî piçûk bûm, min wek şagirt li cem kebabçiyekî kar dikir. Hosteyê min mirovekî melankolûk bû. Ciwaniya xwe li Stenbolê derbas kiribû, piştre vegeriyabû Mêrdînê ji bo li gor daxwaza malbata xwe bi yekê re bizewice. Piştî servîsa nîvro, wî kar bi min ve dihişt û diçû bîraxaneyê. Min jî piştî kar hesabê xwe dikir û ji bo pereyên mayî bidimê berê xwe dida bîraxaneyê. Dema dibêjim “diçûm”, qesta min ew e ku min tenê deriyê bîraxaneyê vedikir û serê xwe dixist hundir. Dema ji hundir yekî ez didîtim, xebera hoste pê dixist . Hoste derdiket derve, min pere didan wî û wî jî hinek ji wan pereyan dixist nav destê min. Bi destê girtî ez ji wir dûr diketim û dema min quncik derbas dikir, min yekser dihijmartin lewra para min her tim diguherî. Vê rîtûelê demeke dirêj dewam kir. Ji hundirê wê bîraxaneyê bêhneke pîs û pirsek mîras ma ji min re: Çima ev mirov li vir in? Mirovên behsa wan dikim, kesên ez heyranê wan bûm, pêşengên bajêr bûn: Serokê Odaya Ajokeran, doktor, esnafên dewlemend û hwd. Baş e, çima her şev li vî cihê qirêj diciviyan?

Dema temenê min gihîşt ku ez bikaribim biçim bîraxaneyê, li Diyarbekirê xwendekarê zanîngehê bûm. Herçiqasî ne ewqas qirêj bûn jî wekî yên zarokatiya min, ez bûbûm endamê çend bîraxaneyên Diyarbekirê. Min her tim hewl dida ji maseya xwe zêdetir, guhê xwe bidim maseyên din. Pirsek ji min re mîras mabû û li pey bersiva wê bûm. Na, ti tiştî ez têr nedikirim. Çavdêriyên min kûrahiya pirsa min zêdetir kir.

Min ji edebiyatê hez dikir, ji ber wê jî helbest di tûrikê min de bûn. Bo hevaltiyê bi bîraya min re bikin. Min vedixwar bi mebesta xwendina helbesteke xurt belkî jî bihîstina yeke nû. Bîraxane bû helbesta cih, cihê helbestê. Min çîroka wê jî şeş salan berê nivîsandibû. Bi navê “Rawestgeha Piştî Çi Bikim Nabe”. Dê bê dîtin ku ji bo min bûbû cihek ku tiştekî ji bêçaretiyê zêdetir îfade dike. Di wan deman de ku min dest bi fikirîna têgehî kir, min ê dest bi fikirîna wê ya bi awayê atmosfereke nihîlîzma pasîf jî bikira. Min ferq kir, çi bikim jî, bîraxane her tim di jiyana min de xwedî cihekî ye.

Dema min sînema wek amûreke vegotinê tercîh kir, bêguman bîraxane li kêleka min bû. Û dersa vegotinê ya herî girîng ji bo min, ew bû ku digot, tiştê tu herî baş dizanî vebêje. Di senaryoya xwe yê yekem ê metrajdirêj de, min ê tiştê ku ez herî baş dizanim vegota: Bîraxane! Û pirsa ku bi salan li benda bersivê bû: Çima ev mirov li vir in an jî gelo derve ewqas qirêj e ku em li vir heps bûne?”
(Bîraxane, Weşanên Sor, 2024.)

This film draws inspiration from the preface of the book *Bîraxane*.
English and Turkish subtitles are available.

Bîraxane Xelat û Nîşandayîn
· 3rd Moscow Kurdish Film Festival, The Best Film. 2023
· Boston Indie Film Festival, The Best Indipendent film. 2024
· Blue Berry International Film Festival , Best Director Award. 2023 (Bilal Korkut)
· Blue Berry International Film Festival, Best Feature Film Poster Award. 2023 (Qenjo Rami)
· 9th Duhok International Film Festival, Kurdish Feature Competition, Finalist. 2022
· 9th Duhok International Film Festival, The Best Aktor, 2022 ( Hisen Hiseyn )
· 7th New York Kurdish Film Festival, Special Selection. 2023
· 3rd Paradise Film Festival, Official Selection. 2023.
· Eastern Europe International Movie Avards, Official Selection. 2023
· 4th Chicago Indie Film Avards, Nominee, 2023
· First-Time Filmmaker Sessions, Official Selection. 2024.
· San Diego Indipendent Cinema Awards, Official Selection. 2024
· Tokyo International Cinema Avards, Official Selection. 2024
· New York Indipendent Cinema Awards, Official Selection. 2024
· Paradise film Festival, Official Selection. 2024
· İstanbul International Spring Film Festival, Quarter Finalist, 2024