Alîgirekî Amedsporê hat girtin | Rûdaw.net
Hewlêr (Rûdaw) – Alîgirê Amedsporê Mahsun Kilinç ji ber pevçûna roja yekşemê ya di navbera alîgirên Amedspor û Fenerbahçeyê de bi biryara dadgehê hat girtin.
Roja Yekşemê alîgirên Amedspor ên diçûn maça Bolusporê li kargeheke bêhnvedanê rastî alîgirên Fenerbahçeyê hatin ku diçûn maça Kasimpaşayê.
Paşê jî di navbera alîgirên her du tîman de pevçûn derketibû.
Hêzên ewlehiyê destêwerdana pevçûnê kir û wan alîgirê Amedsporê Mahsun Kilinç desteser kir.
Mahsun Kilinç îro bi tohmeta “birîndarkirina 3 kesan bi kêrkirinê” hat girtin û dadgehê ew şand girtîgehê.
Koma Alîgiran a Barîkatê ya Amedsporê nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê da û ragihand:
“Rêhevalê me Mahsun Kilinç ê di nav Gruba Ege Barîkatê de cih digre doh li hemberî êrîşa GFB parastina xwe û hevalê xwe kiriye, bi awayekî neheqî hatiye girtin.”
Divê bê gotin ku tîma Amedsporê û alîgirên wê di piraniya lîstikên li derveyî Amedê de rûbirûyê êrişî alîgirên tîmên pêşber tên.