Amedspor dê bi Bolusporê re bilîze
Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor dê îro li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê bi Bolusporê re bilîze.
Amedspor û Boluspor di çarçoveya hefteya 25emîn a Lîga Yekemîn a TFFyê de li Stadyuma Ataturkê ya Boluyê tên pêşberî hev.
Maç dê saet 13:30an dest pê bike.
Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 34 puanan di rêza 12an de ye.
Boluspor jî bi 33 puanan di rêza 13an de ye.
Tîma Amedsporê hefteya borî bi tîma Bandirmasporê re lîstibû û bi encama 2-1 bi ser ketibû.