Spor

Amedspor dîsa terpilî, 2 puan li ber avê çûn

Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor li mala xwe bi Gençlerbirligiyê re 1-1 ma û xwe ji 2 puanan kir.

Amedspor û tîma Enqereyê Gençlerbirligi di çarçoveya hefteya 28emîn a Lîga Yekemîn a TFFyê de li Stadyuma Amedsporê hatin pêşberî hev.

Gençlerbirligiyê xuleka 23yan bi biryara VARê penaltiyek bi dest xist lê Metehan Mîmaroglu ji penaltiyê sûd wernegirt.

Lîstikvanê Gençlerbirligiyê Amilton Minervino da Silva xuleka 41 golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Amedsporê di nîva yekem de performanseke lawaz nîşan da.

Amedsporê bi xwestek dest bi nîveke duyem kir.

Lîstikvanê Amedsporê Yakal xuleka 79an gola wekheviyê avêt.

Di xulekên mayî de her çend Amedsporê xwe li gola duyem sor kiribû jî lê nekarî biavêje û nîva duyem bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Amedsporê di 28 maçan de 40 puan standine û niha di koma xwe de di rêza 8emîn de ye.

Hefteya bê (10ê Adarê) Amedspor dê li desplasmanê bi tîma Stenbolê Pendiksporê re bilîze.



Source link