Amedspor û Gençlerbîrlîgî li Amedê tên pêşberî hev
Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor dê îro Amedê mazûvaniya Gençlerbîrlîgiyê bike.
Amedspor û Gençlerbîrlîgî di çarçoveya hefteya 27emîn a Lîga Yekemîn a TFFyê de li Stadyuma Amedsporê tên pêşberî hev.
Maç dê saet 20:30î dest pê bike.
Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 39 puanan di rêza 9an de ye.
Tîma Gençlerbîrlîgiyê jî bi 47 puanan di rêza 3yan de ye.
Tîma Amedsporê hefteya borî bi tîma Malatyasporê re lîstibû û bi encama 4-0 bi ser ketibû.