Amedspor û Nahît Eren ji ber vîdeoya keziyê sewqî…
Hewlêr (Rûdaw) – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), Amedspor û Serokê Klubê Nahît Eren ji ber parvekirina vîdeoya “hûnandina kezî” sewqî Lijneya Disîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) kirin.
Amedsporê ji bo bertekê nîşanî birîna keziyê şervaneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê çekdarekî Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve bide, beşdarî kampanyaya “hûnandina kezî” bûbû û li ser hesabê xwe yê medyayê civakî vîdeoyek belav kiribû.
TFFyê ragihand ku Amedspor ji ber wê vîdeoyê sewqî lijneyê hatiye kirin.
Sedemên sewqkirinê
TFFyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Amedspor bi hinceta “propagandaya îdeolojîk” û “zedekirina îtîbara futbolê” sewqî PFDKyê hatiye kirin.
Di daxuyaniya TFFyê de wiha hat gotin:
“Kluba Çalakiyên Sportîf a Amed (Amedspor), ji ber parvekirina di 22yê Kanûna Paşîn a 2026an de li ser hesabê fermî yê medyaya civakî (Instagram) hatiye weşandin; li gorî xala 38an a Destûrnameya Disîplînê ya Futbolê bi sedema ‘daxuyaniyên ji bo zedekirina îtîbara futbolê’ û li gorî xala 42yan a heman destûrnameyê bi sedema ‘propagandaya îdeolojîk’ sewqî PFDKyê hatiye kirin.”
Serokê klubê jî hat sewqkirin
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokê Amedsporê Nahît Eren jî ji ber heman parvekirinê sewqî lijneyê hatiye kirin.
TFFyê biryar da ku Nahît Eren li gorî xala 38an a Destûrnameya Disîplînê ya Futbolê bi hinceta “daxuyaniyên ji bo zedekirina îtîbara futbolê” bi awayekî “bê tevdîr” sewqî PFDKyê bê kirin.
💚❤️ pic.twitter.com/lmxbHvtbJC
— Amedspor (@amedskofficial) January 22, 2026
