Amedspor vê hefteyê rêya xwe ya Play-Offê…
Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor dê di hefteya 35an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de sibe li Ameda Bakurê Kurdistanê bi Ahlatci Çorum FKyê re bilîze.
Amedspor bi 51 pûanan di rêza 9emîn a lîgê de cih digire lê pûanê wê û 2 tîmên ku di rêza 8 û 7an de cih digirin yek e.
Eger Amedspor vê hefteyê li mala xwe zora Ahlatci Çorum FKyê bibe, dê rêya xwe ya Play-Offê qayîmtir bike.
3 tîmên li ser xeta Play-Offê ne di heman pûanî de ne.
Lîstikvan û rêveberên Amedsporê dibêjin ew amade ne û dê vê maçê bibin.
Rêveberê Amedsporê Faruk Korkmaz got, “Piştî pêşbirka me ya Rihayê, dotira rojê me dest bi xebatên Ahlatci Çorum FKyê kir.
3 çar roj in bê navber xebatên me didomin.
Armanca me ew e em di pêşbirka Ahlatci Çorum FKyê de bi ser bikevin û biçin Play-Offê.”
Îsal 7 tîm derdikevin Play-Offê
Li gorî pîvanên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, di Lîga Yekemîn a Futbolê de îsal 7 tîm ji bo Play-Offê dimînin.
Amedspor niha bi pûanên xwe di rêza 9emîn de ye lê pûanê wê û tîmên di rêza 8 û 7an de wekî hev in. Ev yek hêviya lîstikvanên Amedsporê xurtir dike.
Futbolîst pir bi hêvî ne û ji Rûdawê re behsa hêviyên xwe kirin.
“Bi piştgiriya alîgaran em dê bi ser bikevin”
Futbolîstê bi navê Oktay Aydin got,”Niha maça Ahlatci Çorum FKyê heye. Em dixwazin bi ser bikevin.
Li gorî wê antrenmanan dikin. Xwedê hez bike înşalah em dê bi ser bikevin.”
Lîstikvanê bi navê Murat Uçar jî got, “Di vê lîgê de her pêşbirk zehmet e. Di kîjan rêzê de be girîng nîne.
Wê rojê tîma herî amade bi ser dikeve. Ji ber vê yekê me jî xwe baş amade kiriye.
Em dixwazin encameke baş bi dest bixin û di rêya Play-Offê de berdewam bikin.”
Golparêzê Amedsporê Erce Kardeşler jî dibêje, “Bi piştgiriya alîgirên me înşalah em dê 3 pûanan bi dest bixin û bi hêz û qeweteke mezin di rêya Play-Offê de meşa xwe bidomînin.”
Amedspor dê roja şemiyê saet 19:00an de li mala xwe bi rikabera xwe ya herî nêz Ahlatci Çorum FKyê re bilîze. Encama vê pêşbirkê dê çarenivîsa Amedsporê ya Play-Offê jî zelaltir bike.