Spor

Amedsporê 4-0 zora Malatyasporê bir

Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor di hefteya 26emîn a Lîga Yekemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li mala xwe 4-0 zora Yeni Malatyasporê bir.

Di çarçoveya Lîga Yekemîn a TFFyê de li Stadyûma Amedê Amedspor û Yeni Malatyaspor hatin pêşberî hev.

Amedspor di xuleka 14emîn de bi gola Çekdar Orhan 1-0 ket pêş û di xulekên 29 û 38an de Daniel Moreno du gol avêtin û nîveka yekem bi serketina Amedsporê ya 3-0 xelas bû.

Di nîveka duyem de xuleka 47an Charly Keita golek ji Amedsporê re avêt û skor bû 4-0.

Lîstîkvanê Yeni Malatyasporê Emircan Bayrakdar di xuleka 54an karta sor xwar û tîma wî 10 kes ma.

Di xulekên mayî de gol neçûn qeleyê û Amedsporê bi encama 4-0, 3 puan standin.

Amedspor di 26 maçan de 38 puan standine û di koma xwe de di rêza 9emîn de ye.



Source link