Spor

Arsenal û Inter jî derbasî nîv-fînalê bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di maçên rovanşê yên çaryeka fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Arsenal û Inter derbasî nîv-fînalê bûn.

Di pêşbirka herî bipirestîj a futbola Ewropayê de çaryeka fînalê bi du maçên din qediya.

Tîma Îtalyayê Intera ku maça yekem 2-1 bi ser ketibû, li Stadyuma Guiseppe Meazzayê bû mêhvanê Bayern Municha Almanyayê.

Di vê maçê de nîvê yekem bê gol bi dawî bû.

Bayern Munichê nîvê duyem xwe li Interê sor kir û ew xuleka 52yan bi gola Harry Kane 1-0 ket pêş.

Inter xuleka 58an bi gola Lautaro Martinez gihişt wekheviyê û piştî wê bi 3 xulekan Benjamin Pavard bi serê xwe gok şand toran û skor kir 2-1.

Bayern Munichê di xuleka 76an de bi gola Eric Dier wekhevî anî: 2-2.

Di beşên mayî yên maçê de jî skor neguhêrî û tîma Îtalyayê bilêta tura nîv-fînalê sitand.

Inter dê di nîv-fînalê de bi Barcelonayê re bilîze.

Real Madridê vê carê zû xatir xwest

Di maça rovanşê ya din a şevê de Arsenala tîma Îngilîstanê bû mêvanê Real Madrida Spanyayê.

Maç li Santiago Bernabeuyê hat lîstin û Bukayo Saka xuleka 13an ji bo penaltiya Arsenalê çû pişt gokê lê qelevanê Real Madridê Thibaut Courtois rê neda ku torên wî bihejin.

Saka xuleka 65an tîma Londonê xist pêş lê bersiva Real Madridê bi lez hat û di xuleka 67an de Vinicius Junior gola wekheviyê kir.

Arsenal xuleka 90+3yan bi gola Gabriel Martinelli careke din ket pêş û maç 2-1 bi encama serkeftina tîma mêvan bi dawî bû.

Di beşên mayî yên maçê de jî gol derneketin.

Arsenala ku maça yekem jî 3-0 bi ser ketibû, navê xwe di nav 4 tîmên herî baş de nivîsî.

Arsenal dê di nîv-fînalê de bi Paris Saint-Germainê re bilîze.

Maçên yekem ên nîv-fînalê dê 29/30ê Nîsanê, maçên duyem jî dê 6/7ê Gulanê werin lîstin.

Maça fînalê jî dê 31ê Gulanê li Allianz Arenayê bê lîstin.



Source link