Spor

Batman Petrolspor bû şampiyon | Rûdaw.net

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Batman Petrolsporê, di Lîga Duyem a Koma Spî de li deplasmanê bi encama 3-2 zora Sîncan Belediye Ankarasporê bir.

Bi vê serkeftinê re Batman Petrolsporê 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê şampiyoniya xwe ragihand.

Di maça ku li stadyuma Sîncanê hat lîstin de, Batman Petrolsporê wekî bahozê dest bi lîstikê kir.

Lîstikvanê tîmê Kerim Frei hîn di xuleka 7an de bi goleke ji derveyî qada cezayê tîma xwe 1-0 xist pêş.

Lê belê tîma Sîncanê di xuleka 41ê de bi gola Şahîn Fistikçi bersiv da û nîvê yekem bi wekheviya 1-1 bi dawî bû.

Vegereke dîrokî ya tîma Batman Petrolsporê

Di nîvê duyem de tîma Sîncanê di xuleka 69an de bi gola Samet Gunduz 2-1 ket pêş.

Lê belê Batman Petrolsporê di rêya şampiyoniyê de gav bi paş ve neavêt.

Lîstikvanên ku pişt re ketin nav maçê çarenivîsa lîstikê guherand.

Bugra Çagiran di xuleka 78an de ji dûr ve bi lêdaneke tund torên tîma Sîncanê hejandin û maç kir 2-2.

Gola şampiyoniyê di xulekên zêde de hat

Di xulekên zêdekirî yên maçê de, li qada cezayê Emîr Alagoz bi lêdana di xuleka 90+4an de top şand nava toran.

Bi vê golê Batman Petrolspor 3-2 ket pêş.

Piştî fîkandina dawî ya hakem Levent Bugra Vartemel, li qada lîstikê şahiyeke mezin a serkeftinê dest pê kir.

Batman Petrolsporê bi vê encamê puanên xwe derxistin 79an.

Niha di navbera tîma Batmanê û reqîba wê ya herî nêzîk Muglasporê de 12 puan ferq heye.



Source link