Spor

Batman Petrolsporê pişta Muglasporê anî xwarê û…

Hewlêr (Rûdaw) – Batman Petrolspor di maça krîtîk a Lîga 2yem a Tirkiyeyê de, li hemberî rikeberê xwe yê herî nêzîk Muglasporê 1-0 bi ser ket.

Bi vê serkeftinê re, tîma Êlihê ya sor û spî gaveke mezin ber bi Lîga 1emîn ve avêt.

Batman Petrolsporê di maça hefteya 31ê de  li ber çavên zêdetirî 15 hezar alîgirên xwe li stadyuma xwe mazûvaniya Muglasporê kir.

Di xuleka 20î de Bugra Çagiran bi lêdaneke bihêz golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş. Batman Petrolsporê encama nîvê ewil parast.

Muglasporê di nîvê duyem de hewl da ku maçê wekhev bike lê nekarî derbasî qeleya Batman Petrolspor bibe.

Maç bi serkeftina Batman Petrolsporê 1-0 bi dawî bû û Batman Petrolsporê puanên xwe kirin 76.

Niha Batman Petrolspor bi 11 puanan li pêşiya hevrika xwe Muglasporê ye.

Batman Petrolspor nasekine: 118 roj in zora wê neçûye

Tîma Êlihê di nava 18 maçên dawî de qet winda nekiriye.

Batman Petrolsporê herî dawî 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an winda kiribû û ev 118 roj in zora wê neçûye.

Her wiha ev 7 maç in li ser hev bi ser dikeve.

Batman Petrolspor 66 salî ye û ji bo ku bibe şampiyonê komê, di nava 6 maçên mayî de tenê hewceyî pûanekê din e.

Tîm piştî 28 salan nêzîkî xewna xwe ya Lîga 1emîn bûye.

Batman Petrolspor sala 2022yan piştî 26 salan bûbû şampiyonê Lîga 3yem û derketibû Lîga 2yem.

Piştî bidawîhatina maçê, li navenda bajarê Êlihê bi hezaran alîgiran serkeftina tîma xwe bi coşeke mezin pîroz kir.



Source link