Di derbiya Madridê de kes bi ser neket
Hewlêr (Rûdaw) – Di derbiya Madridê de Real Madrid bi Atletico Madridê re 1-1 ma û her yekê puanek wergirt.
Her du tîmên Madrida paytexyta Spanyayê Real Madrid û Atletico Madrid di maça hefteya 23yan a LaLigayê de li Stadyûma Santiago Bernabeuyê hatin pêşberî hev.
Lîstikvanê Atletico Madridê Julian Alvarez xuleka 35an bi penaltiyê golek avêt û tîma xwe li deplasmanê 1-0 xist pêş.
Her çend Real Madrid tîma serdest bû jî nîva yekem a lîstikê bi encama 0-1 bi dawî bû.
Stêrkê Fransî yê Real Madridê Kylian Mbappe xuleka 50î gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.
Real Madridê her çi qasî xwest di lîstikê de 3 puanan bi dest bixe jî nekarî encamê biguherîne û nîva duyem jî bi encama 1-1ê bi dawî bû.
Bi vê encamê di LaLigaya Spanyayê de Real Madrid bi 50 puanî di rêza yekem de û Adletico Madrid jî bi 49 puanan di rêza duyem de cîh digire.