Spor

Di futbola jinan de transfera herî biha: 1,1…

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Jinan a Futbolê ya Chelseayê, Naomi Girma ji tîma San Diego Waveyê bi 1,1 milyon dolarî kirî.

Ev biha di dîroka futbola jinan de rekora nû ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Guardianê ya Brîtanyayê, Chelseayê bi bonservîsa herî biha ya dîroka futbola jinan futbolîsta Amerîkî Naomi Girma ji San Diego Waveyê kirî.

Chelsea dê ji bo kirîna Girmayê 1,1 milyon dolarî bide.

Ev bonservîs dê di dîroka futbola jinan de bibe bonservîsa herî zêde.

Naomi Girma 24 salî ye di pozîsyona stoperê (parastin) de dilîze.



Source link